Bîra berxwedanê Taxa Xaçortê di hedefa şerê taybet de ye

WAN - Taxa Xaçortê ku berê bi nasnameya xwe ya berxwedanê dihate nasîn, niha ji vê  nasnameyê bêpar tê hiştin û bûye navenda polîtîkayên şerê taybet. Çanda taxê ya ku bi tiryak, fihûş û bişaftinê ve tê guhertin,  tevna civakî ya taxê jî bi awayekî sîstematîk tê guhertin.

Ji 147 taxên Wanê yek jê Taxa Xaçortê ye. Taxa Xaçortê ya ku ji 179 kolanan pêk tê, li quntarê Çiyayê Erekê ye. Xaçort, bi nasnameya xwe ya berxwedanê û mîrateya xwe ya çandî û dîrokî tê nasîn. Yek ji taybetmendiya vê taxê ew e ku şêniyên taxê bi giştî ji welatiyên Colemêrg û Şirnexê pêk tên. Ev şênî jî di salên 1990'î de ji ber polîtîkayên dewletê yên "ewlehiyê" û valakirina gundan ji neçarî ji axa xwe hatine koçberkirin û li vir bi cih bûne. Taxa Xaçortê ya ku çand, ziman, huner û berxwedana bi Kurdî lê hebû, di salên dawî de bûye yek ji navenda polîtîkayên şerê taybet a dewletê. 
 
Li taxê ku nifûsa wê nêzîkî 19 hezar e, di salên dawî de polîtîkayên fihûş, bikaranîna madeyên hişbir û bişaftinê berbelav bûne. Li ser diwarên taxê ku wekî "Ayığ ol Xaçort"  hatine nivîsandin wekî jêbirina çanda berxwedana taxê ya sembolîk tên şîrovekirin ku armanc dike bîra berxwedana taxê jê bibe. Nivîsên ku berê li ser dîwaran dihatin nivîsandin û berxwedan, nasname û çanda bajêr nîşan didan yek bi yek tên jêbirin û li şûna wan nivîsên ne li gorî çanda taxê tên nivîsandin. Ev wekî mudexileyeke rasterast li bîra çandî ya niştecihên taxê tê şîrovekirin. Navên kolanan û zimanê axaftinê yên taxê jî bûye Tirkî, armanca ji vê jî veguherandina tevna wê ya çandî ye. Taxa ku bi mobeseyan hatiye dorbêçkirin û tê temaşekirin, yek ji taxa Wanê ya ku herî zêde tiryak û madeyên hişbirê lê tên bikaranîn. 
 
Zêdebûna bikaranîna madeyên hişbirê li Xaçortê, bi taybetî di nav nifûsa ciwanan de, dibe sedema fikarên cidî. Li gorî gotinên şêniyên taxê, gelek ciwanên taxê bi awayên guman jiyana xwe ji dest dane. Şêniyên taxê dibêjin ku ev rewş ne tenê pirsgirêkeke civakî ye, lê di heman demê de polîtîkayeke sîstematîk e ku armanc dike berxwedana civakî qels bike. Her çend tê tekezkirin ku hedefgirtina Xaçortê ne rashatineke jî, zext û mudexileyên ku hem di warên çandî û hem jî di warên civakî de li taxê tên kirin wekî gavên ku armanc dikin ku çanda berxwedanê ya demdirêj têk bibin tên dîtin.
 
Polîtîkayên şerê taybet ên li Taxa Xaçortê wekî mînakeke berbiçav a polîtîkayên şerê taybet e, li Wan û deverên wê bandora wan rasterast li ser jiyana gel dike. 
 
Jinên ku zêdetirî 40 sal in li taxa Xaçortê dijîn, polîtîkayên şerê taybet ên li ser  taxê tên meşandin vegotin.
 
'EM NIKARIN ZAROKÊN XWE BI TENÊ BIŞÎNIN DERVE'
 
Ji jinan Zumeyye Cîntan (55) ku 35 sal in li taxa Xaçortê dijî, diyar kir ku bi mudexileya dewletê ya li ser taxê, tax bûye qadeke polîtîkayên şerê taybet. Zummeye Cîntanê bi lêv kir ku ev polîtîka jî di şexsê ciwanan de pêk tê û wiha axivî: "Xaçort ne mîna berê ye. Gelek tiştên xerab xistin nava bajêr û taxên me. Li ku derê Kurdek hebe, yan jî ciwanek Kurd hebe li wir ev polîtîka pêk anîn. Em dixwazin ku ev kolanên me wekî berê bi ewle bin. Li ber çavên me ciwan hişbirê bi kar tînin û ji ser hişê xwe diçin. Em nawêrin biçin mudexile bikin. Divê ku pêşiya van polîtîkayan bê girtin. Berê taxa me ne wisa bû. Me zarokên xwe bi tenê şandin dibistanê. Lê niha kesek nikare zarokê xwe bi tenê bişîne kolanê. Her wiha zimanê kolanê bûye Tirkî, kirine Tirkî. Serê her kolanekê em ciwanên ku ji ser hişê xwe çûne dibînin. Kê ev ciwan girêdayî tiryakê kirin, kî wiha dike em nizanin. Êdî em baweriya xwe bi kesî bînin." 
 
'CIWAN XWE DIKUJIN'
 
Zumeyye Cîntanê da zanîn ku polîtîkayên şerê taybet heta ku bandoreke neyînî li ser têkiliyên wan ê bi cîrantiyê jî kirine û got ku di vê hêlê de divê ku DEM Partî li taxê xebatên zanekirin û serwextkrinê bide pêşiya xwe û got: "Wekî berê ne cîrantî ne jî tifaq maye. Em dixwazin ku taxa me wekî berê xweş be. Em dixwazin bi nasnameya xwe bijîn. Ew ciwanên ku dikevin tora tiryakê divê ku partî wan bibîne û wan birêxistin bike. Partiya me dewleta me ye. Wê demê yê ku van ciwanan sax bike jî partî ye. Di salekê de çend ciwan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Ev ciwan çima xwe dikujin? Ev ciwan çawa girêdayî tiryakê bûne, çawa ketin destê van çeteyan? Çend roj beriya niha ciwanekî 21 salî xwe kuşt. Ev ciwan çima çareseriyê di mirinê de dibînin? Ev ne tiştekî hêsan e. Berê van ciwanan dixwendin, welatparêz bûn, zana bûn." 
 
'BI ŞEV HÛN NIKARIN DERKEVIN KOLANÊ'
 
Ji şêniya taxê Hanîfe Koçak a ku 49 sal in li taxa Xaçortê dijî jî anî ziman ku dewlet bi polîtîkayên xwe yên şerê taybet taxê ji nûve dîzayn dike û wiha vegot: "Berê Xaçort kelaha berxwedanê bû. Bi çand, têkoşîn û sekna xwe ya jiyanî her tim cuda bû. Lê dema ku em îro lê dinêrîn em dibînin ku bûye navenda polîtîkayên şerê taybet. Ciwanên berê neman e. Mixabin ev rastiyeke berbiçav e. Zimanê me yê kolanê kirin Tirkî. Êdî zarokên me bi Kurdî naaxivin. Bi mudexileya dewletê ev tişt çêbûn. Ev polîtîkaya dewletê heta nava mala me hat. Divê ku em li dijî van polîtîkayan ciwanên xwe, zarokên xwe biparêzîn. Bi şev hûn nikarin bikevin kolanên Xaçortê. Çimkî di her kolanêkê wê de kesên tiryakê bi kar tînin hene. Kesek jî nikare tiştekî bibêje rasterast êriş dikin.Van polîtîkayên dewletê ev tax anî vê rewşê." 
 
'DIVÊ EM BI VEGUHERTINA TAXA XWE DEST PÊ BIKIN'
 
Hanîfe Koçakê jî got ku tevî polîtîkayên şerê taybet ê dewletê jî tax di sekna xwe ya welatparêzî de gav paşve naavêje û wiha domand: "Li dijî van hemû polîtîkayên tepisandinê jî gelê me li ser pêyan e. Ev 49 sal in ez li vê taxê dijîm, em ji gund hatin vê derê. Lê me tu caran serê xwe li ber van polîtîkayan netewand. Tu car em di bin bandora wan de neman. Ev kincên min nasnameya min e, ev ziman nasnameya min e. Dewlet jî vê bi zanebûnî dike. Ciwanan sewqî tiryakê dikin. Divê ku em xwedî li zarokên xwe û taxa xwe derkevin. Divê em ciwanan û jinan tevlî pêvajoya Civaka Demokratîk bikin. Divê em bi veguhertina taxa xwe dest bi vê pêvajoyê bikin û di nav vê pêvajoyê de hilbigirin. Ji bo vê jî divê kem bêtir kedê bidin û bêtirîn têbikoşîn." 
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

13:15 Hat îdiakirin ku li Dêrgulê du wesayît hatin şewitandin
13:10 Bahçelî: Komîsyon bila biçe Îmraliyê û peyaman rû bi rû guhdar bike
12:53 Du berhemên nû yên Bahoz Baran çap bûn
12:45 Bakirhan: Zagonên entegrasyona demokratîk, mifteya pêkvejiyanê ne HATE NÛKIRIN
12:23 Parêzerên Demîrtaş ji bo tehliyeyê serlêdan kir
11:36 Li Amedê li dijî fihûş û tiryakê banga ‘xweparastinê’
11:32 Bahçelî: Tehliyeya Demîrtaş dê ji bo Tirkiyeyê bi xêr be
11:08 Hewldana Platforma Xweza û Çandê ya Erxevanê hat avakirin
10:50 Hilbijartinên Iraqê: Baweriya ji partiyan kêm e, rîska pevçûnan heye
10:19 Ji Abdullah Ocalan banga ‘qonaxa pozîtîf’
09:13 Bîra berxwedanê Taxa Xaçortê di hedefa şerê taybet de ye
09:11 Dêrsimî: Bila dewlet gavên berbiçav biavêje
09:07 Doç. Dr. Çelîk: Ji bo domdariya aştiyê naskirina cudahiyan bivênevê ye
09:06 Nûnerên partî û saziyan: Gava herî sereke azadiya Abdullah Ocalan e
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2025'AN
03/11/2025
21:41 Biryara binpêkirinê ya DMME'yê ya der barê Demîrtaş de teqez bû
21:22 Semra Guzel: Dê têkoşîna min bidome
21:14 Huda Kaya hat berdan
19:54 Li Amedê wesayîta polîsan li welatiyekî qelibî
19:38 Ji Erdogan daxuyaniya 'pêvajoyê': Dê 86 milyon bi ser bikeve
19:06 Semra Guzel hat berdan
17:24 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:53 Kurtulmuş: Em ê pêvajoyê di demekî herî kin de biencam bikin
16:45 Walîtiyê nehişt gel biçe serdana şînê, polîsan êriş kir
16:34 Gardiyanên ku şêweyê girêdana dersokê neecibandin hevdîtin asteng kir
15:36 Ji bo rojnameger Ruvanas biryara neşopandinê hat dayin
15:33 Der heqê çawişê pispor ê milê zarokê 10 salî şikandî de doz hat vekirin
15:03 DFG’ê rapora binpêkirinan a meha Cotmehê aşkera kir
14:32 Danişîna rojnameger Kanbal hate taloqkirin
14:26 Huda Kaya hate girtin
14:16 Temellî ji îktîdarê pirsî: Hûn çima ji bo çekan hêj ewqas pere vediqetînin?
13:46 Ji ber ‘Lihevkirina Bajar’ ceza ji Ahmet Ozer re hat xwestin
13:35 Kavala ê 8 sal in di girtîgehê de daxuyanî da
13:27 Girtiyên ku zexta pêkirina şimikê red dikin naşînin nexweşxaneyê
12:38 ENAG: Enflasyona salane ji sedî 60 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 37.15 e
12:37 Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê: Jiyana bêtundî em bi civaka demokratîk ava dikin
12:20 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
12:04 Girtiyê ku jê re gotin ‘baş bûye’ û şandin girtîgehê, rewşa wî giran bû
11:48 ‘Ji sedî 90’ê avahiyên li Rezanê xetere ne, vesazkirina bajar şert e’
11:02 ‘Hewceye gavên ku pêşiya siyaseta demokratîk vedikin bên avêtin’
10:24 Hevserokê PYD’ê: Piştî mijara bêçekbûnê ji holê rabûyî hevdîtin zêde bûn
09:24 ‘Heta komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê neke dê pirsgirêk çawa çareser bibe?’
09:00 Xwebûn bi manşeta ‘Pêvînayîş avzel o’ derket
09:00 ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2025’AN
02/11/2025
16:37 Panela ‘Tundiya li dijî jinê’: Çareserî piştevaniya civakî ye
16:35 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Piştevanî têr nake, divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire
15:52 Temel: Êrişên ser CHP’ê pêşî li civakîbûna pêvajoyê digirin
15:35 Bîlançoya lehiya li Vîetnamê giran bû: 35 kes mirin, 5 kes winda ne
15:33 ‘Sedsaleke din a ku Kurd winda bikin tune ye'
14:51 Abdullah Ocalan ji DEM Partiyê re got: Civakê bi rêxistin bikin
14:14 Bakirhan: Hedefa vê pêvajoyê demokrasî pisûla wê jî edalet e
13:23 Li Bestayê qirkirina daran didome
12:04 Li Ingilistanê bi kêran êriş hate kirin: Gelek kes birîndar bûn
11:22 Danişîna êrişa li dijî Evrenselê sibê ye: Em li edliyeyê benda her kesî ne
11:07 Li Meksîkayê di şewatê de 23 kes mirin
11:04 Sarisozen: Entegrasyona demokratîk, rêya xelasiyê ya Tirkiyeyê ye
10:36 Welatiyên Îzmîrê ‘kêmtirîn mûçe' şîrove kirin
10:07 Hejmara 140’an a kovara Jinê derket
10:01 Di her kevirekî wê de keda komunal heye: ZIWAN-KURD
09:53 Ferîde Eralp: Aştî meseleya jina ye, em mecbûr in nîqaş bikin
09:12 ‘Tekane aktorê ku karibe pêvajoyê birêve bibe Abdullah Ocalan e’
09:01 ROJEVA 2’YÊ MIJDARA 2025’AN
01/11/2025
16:42 Abdullah Ocalan: Divê rêxistina herêmî bê xurtkirin
16:35 Tehliyeya girtiyên nexweş Oztel û Avcî hat xwestin
15:53 Di ‘Nobeda Edaletê’ ya Cizîrê de banga têkoşîna hevpar
15:52 Li dijî erêkirina cezayê 7 rojnamevanan bertek: Ev êriş e li dijî azadiya çapemeniyê
15:20 'Riya aştiyê di Qada Galatasaray û Koşûyoluyê re derbas dibe'
14:38 Dayikên Şemiyê li aqûbeta windayên li Kerboranê pirsîn
11:54 1’ê Mijdarê: Berxwedana Kobanê hêvî da gelan
11:40 Hejmara Mijdarê ya Rojnameya Newaya Jinê derket
11:10 Bernameya 25’ê Mijdarê ya DEM Partiyê: ‘Em li dijî tundiyê ji bo wekhevî û azadiyê bi hev re radiwestin'
10:57 DFG’ê li dijî cezayê 7 rojnamevanan bertek nîşan da
10:49 QSD’ê li Reqayê operasyona ewlehiyê da destpêkirin
10:10 Cezayê li 7 rojnamevanan hatibû birîn hat erêkirin
09:19 Şandeya DEM Partiyê dê di 3'yê Mijdarê de biçe Îmraliyê
09:10 'Qers prototîpa jiyana bihevre ye'
09:06 Bang ji bo meş û mîtînga Kolnê: Em bi ruhê seferberiyê beşdar bibin
09:00 ROJEVA 1’Ê MIJDARA 2025’AN
31/10/2025
16:39 Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir
15:55 Li Amedê dê civîna ‘ber bi bajarên jinan ve’ bê lidarxistin
15:32 Kurtulmuş: Şertên herêmî û kûrewî aştiyê ferz dikin
13:51 Koma Amed di 22’yê Mijdarê de li Wanê konserê dide
13:37 Li Zanîngeha Egeyê 5 xwendekar hatin binçavkirin
13:36 Ji girtîgehan ji bo Aykol name: Xeyala me tevan dîtina te ye
13:34 NY: Li Îranê piştî şer zext giran dibin
12:46 Li Îdirê bi beşdariya Bakirhan bi gel re civîn hat lidarxistin
12:44 KNK’ê ji bo tevlibûna meşa Kolnê bang kir
12:30 Li Sêrtê 2 kes hatin qetilkirin 3 kes jî hatin birîndarkirin
12:29 Dîroknasê Îtalî piştgirî da banga Abdullah Ocalan
12:10 Di dibistanan de Kurdî weke zimanekî 'bêqîmet' fêrî zarokên Kurd dikin
11:19 Welatiyên Îzmîrê: Em li benda gavavêtina dewletê ne
11:18 Ayhan ê HPG’î: Em dixwazin siyaseta demokratîk li ser zemîneke azad bikin
09:48 Li gundê ku qet neçûyê ji ber 'ceyrana qaçax' 805 hezar TL ceza lê hatiye birîn
09:43 Rêveberiya qeyûm 2 meh in rêya 100 metreyî temam nekiriye
09:38 Ji nivîskara îranî evîna ji bo Kurdî
09:36 'Komîsyona Pêvajoyê' ya Baroya Amedê dê di bin 11 sernavan de bixebite
09:07 Bi salan e li ser rêya girtîgehan e: Bila qanûn bên derxistin û girtî bên berdan
09:04 Şêniyên taxê ji ber bêhna nexweş nerihet in: DSÎ xwe lê bêdengiyê datîne
09:02 Bi zarokên xwe re ruh didin şanoya pirpitokî ya bi Kurdî
09:00 ROJEVA 31’Ê COTMEHA 2025’AN