AMED - Şînên ji bo Netîce Kozat, Cîgerxwîn Mizrak û Zindan Temîz li Amedê hatin danîn, bi girseyî hatin ziyaretkirin.
Ji bo endama PKK’ê Netîce Kozat (Nesrîn) ku di sala 1996’an de li navçeya Dara Hênê ya Çewligê jiyana xwe ji dest dabû û Cîgerxwîn Mizrak (Şoreş) ê di sala 1998’an de li navçeya Pîranê ya Amedê jiyana xwe ji dest dabû, li Mala Şînê ya Mazîdag a navçeya Rezanê şîn hate danîn. Şîn, bi girseyî hatin ziyaretkirin.
Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê çûn serdana şînan. Girse, heta pêşiya mala şînê bi dirûşma “Şehîd namirin” meşiya.
Piştre jî girse çû serdana şîna endama YJA Starê Zindan Temîz (Delîla Amed) ku di 30’ê Îlona 2024’an de li Herêma Metînayê ya Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû. Şîn, li mala şînê ya gundê Elvendî yê Xana Axparê hate danîn. Bavê Zindan Temîzê, Nesrullah Temîz di şînê de axivî û got: “Rêya wan rêya me ye.”
