ÇORUM - Holdînga Çelîklerê dixwaze li gundê Karakaya ku gundê yek ji pêşengên şoreşger Îbrahîm Kaypakkaya ye, kana keviran veke. Gundî dibêjin ku gundê wan bi taybetî hatiye hilbijartin û gotin: “Dixwazin vî gundî ji hev belav bikin.”
Holdînga Çelîklerê, ji bo di projeya xeta trena bilez a di navbera Samsun-Enqereyê de, dixwaze li gundê Karakaya yê navçeya Sungurlu ya Çorumê kana keviran û tesîsa hûrkirin-bêjandinê veke. Ev gundê behsa xeberê, gundê yek ji lîderên şoreşger ên nifşê 68’an Îbrahîm Kaypakkayaye ku li Zindana Amedê bi îşkenceyê hatibû qetilkirin. Şêniyên gund, dibêjin ku gundê wan bi zanebûn hedef hatiye girtin û tê xwestin ku gund belav bikin.
Ji şêniyên Dondu Eroksoz da zanîn ku ji ber bêkariyê, ciwanên gund koç dikin û got: “Ciwanên me ji neçarî ji bo kar diçin bajaran. Tenê kesên kal mane. Em pîr û kal nikarin vî gundî biparêzin. Em bangî ciwanên gund dikin ku ji bo parastina gund alîkariyê bidin me. Gundê me gundekî feqîr e û dixwazin piştgiriyê bidin me.”
'DÊ GUND JI HEV BELAV BIBE’
Bi domdarî Dondu Eroksozê anî ziman ku piraniya şêniyên gund Elewî ne û gundê wan bi zanebûn hatiye hedefgirtin. Dondu Eroksozê, bi dewamî got: “Ji ber ku gundê Elewiyan û yê Îbrahîm Kaypakkaya ye, zexta herî giran li vî gundî kirin. Di dema xwe de gelek zext li me hatin kirin. Li vî gundî tu ciwanek nîne ku di girtîgehê de nemabe û îşkence lê nehatibe kirin. Lewma gelek zextê li gundê me dikin. Dixwazin gundê me ji hev belav bikin. Dema kana keviran vekirin, dê li vî gundî jiyan nemîne. Dê axa me di bin keviran de bimîne, mirov bi penceşêrê bikevin. Ev mirov dê bi ku de biçin? Ne malê wan, ne milkê wan, ne pere ne jî mûçeyê wan heye. Axa xwe dikêlin û debara xwe pê dikin. Dê bi ku de biçin? Ev kes heqê pariyê nanê xwe nabînin, her kes bi halê gund dizane. Bila keviran li cihekî din peyda bikin. Çima ev gund? Di navbera malên me û kana kevirê de 35 metre heye. Me di şertên zehmet de ew mal çêkirin. Em ê kevirên herî biçûk jî nedin wan.”
'EV DER DÊ TALAN BIBIN’
Behzat Demîrer jî da zanîn ku di dema xebatan de jî kaniya avê ya gund hatiye teqandin û wiha axivî: “Dê xwezaya me tune bibe, axa me tune bibe. Jixwe hatina makîneyan jî hevsengiya xwezaya me guherand. Em dixwazin ev makîneye paşve bên kişandin. Malên me 10 metreyan nêzî vê derê ne. Çavkaniyên me yên avê bi qasî 30 metreyan nêz in. Çendek berê li vir 2 saetan xebitîn, ava gundê me teqandin. Me ji bo kana kevirê cihekî alternatîf nîşanî wan da. Heke biçin wê derê dê ji bo gundê me jî bibe piştgirî. Em li dijî rêya trenê nînin lê li dijî Holdînga Çelîklerê ne. Piraniya xelkê me bi çandiniyê, bi ajelvaniyê, bi xwedîkirina mêşhingivan debara xwe dikin. 50 metre nêzî vê derê, li ser 40 donimên erd baxçeyên fêkiyan hene. Ev der dê tevek jî talan bibin. Toza derdikeve dê berhemên me, fêkiyên me tune bikin. Em ê nekarin çandiniyê bikin. Em dixwazin Holdînga Çelîklerê tavilê ji vir biçe. Banga me ji bo rayedarên dewletê ye, mudaxileyî van kesan bikin. Em ê yek grama kevirên xwe nedin. An dê canê me bistînin an jî dê nekarin keviran bibin.”
