ENQERE - Xwendekarên Zanîngeha Bîlkentê, ji bo ronîkirina mirina biguman a Rojîn Kabaîşê meşiyan û gotin: “Bila ATK a Stenbolê raporeke nû amade bike.”
Xwendekarên Zanîngeha Bîlkentê, ji bo ronîkrina mirina biguman a Rojîn Kabaîşê, li kampusa zanîngehê meşiyan. Di meşê de pankarta “Rojîn Kabaîşê întihar nekiriye, bila ATK dîmenên otopsiyê veneşêre” hat hilgirtin û dirûşmên “Qatilan neparêze, bidarizîne”, “Rojîn Kabaîş serhildana me ye”, “Jin, jiyan azadî” hatin berzkirin.
Piştî meşê, Hêlîn Berçem Gonulluyê daxuyanî da. Hêlîn Berçem Gonulluyê, bertek nîşanî îdiaya “intiharê” ya Walitiya Wanê û Midûriyeta Emniyetê da û got: “Rapora otopsiyê 28 roj rawestandin, bi malbatê re nehate parvekirin. CD a ku dîmen tê de bû xira bû. Parvekirinên ‘Rojînê întihar nekiriye’ hatin sansurkirin, jinên ku li zanîngehê çalakî lidarxistin bi tundiya polîsan re rû bir û man. Li ser laşê Rojînê DNA’yên 2 mêran, li ser kincên wê jî xwîna jinekî hebû. ATK salekî bêdeng ma. Piştî têkoşînê, rapor hate aşkerakirin û di raporê de li ser laşê wê 2 DNA hatin tespîtkirin. Ev yek encama polîtîkayên bêcezakirina dewletê û daraza mêr e. Pêşniyarpirsa ku li Meclisê hat kirin ji bi dengên AKP-MHP’ê ve hatin redkirin. Ev yek jî astengiya edaletê nîşan dide. Di 9 mehên ewil ên 2025’an de 2016 jin hatine qetilkirin, 225 mirinên biguman in. Heta ji bo Rojînê edalet pêk neyê em ê aram nebin.”
DAXWAZ
Hêlîn Berçem Gonulluyê, diyar kir ku dê ji bo Rojîn Kabaîşê daxuyanî bidin û ev daxwaz rêz kir:
* Serdozgeriya Wanê, bila di çarçoveya êrişa zayendî ya biwesf a li gorî TCK 102’yê de lêpirsînê berfireh bike.
* Wezareta Dadê, bila der heqê hemû xebatkarên îhmalkar de lêpirsînê bike û bidarizîne.
* ATK a Stenbolê bila raporeke nû amade bike.
* DNA’yên li ser laşê Rojînê bila bên aşkerakirin.
* Biryara nehêniyê ya li ser dosyayê bila bê rakirin.
* Delîlên kêm bila bên komkirin û bi awayeke şefaf bên aşkerakirin.
* Kes û saziyên berpirsiyar bila hesabê bidin.
* Bila dewlet erka xwe ya li dijî mafê jiyanê yê jinan bi cih bîne.
* Ji bo malbata Rojînê bila piştevaniya hiqûqî û manewî bê dabînkirin.
Çalakî, bi banga tevlibûna 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê bi dawî bû.
