SÊRT - Li Sêrtê kesê bi navê Onur Ari, 2 kes qetil kir û 3 kes jî birîndar kir. 
	Li taxa Firatê ya navçeya Misirc (Kurtalan) a Sêrtê mêrê bi navê Onur Ari, hevjîna xwe Mîne Ari û apê xwe Ozgur Ari qetil kir. Onur Ari, dayika xwe M.A., apê xwe F.A. û hevjîna birayê xwe N.A. jî bi giranî birîndar kir. Birîndar sewqî Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sêrtê hatin kirin û faîl Onur Ari jî hate binçavkirin.
	Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat despêkirin. 
								


