Ji Tevgera Azadiyê gaveke din a dîrokî: Em hêzên xwe ji Tirkiyeyê vedikişînin

  • rojane
  • 09:08 26 Cotmeh 2025
  • |
img

QENDÎL - Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd, ragihand ku bi erêkirina Abdullah Ocalan ew hemû hêzên xwe yên li Tirkiyeyê vedikişînin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Lê ji bo evana bên pratîzekirin jî dîsa li ser bingehê biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê girtine, nêzîkatiyên siyasî û hiqûqî yên pêvajo ferz dikin bêyî ku bi derengî bikeve divê bên nîşandan.”

Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd, têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, li Qendîlê daxuyaniyeke girîng da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di çarçoveya biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê û bi erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad-Star (YJA Star) vedikişînin “Qadên Parastinê yên Medyayê”. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, Endama Fermandariya Eyaleta Serhedê ya YJA Starê Vejîn Dersim ku ji Bakurê Kurdistanê hate Herêmên Parastinê yên Medyayê, Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Devrîm Palu û 25 gerîlayên HPG û YJA Starê yên di çarçoveya biryarê de xwe vekişandin jî tev li daxuyaniyê bûn.
 
Tirkiya daxuyaniyê ji hêla endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, ya bi Kurdî jî Endama Fermandariya Eyaleta Serhedê ya YJA Starê Vejîn Dersim ve hate xwendin.
 
BIRYARÊN KONGREYÊ HATIN BIBÎRXISTIN
 
Tevahiya daxuyaniyê wiha ye:
 
“Şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn ên tên jiyîn, ji ber ku bi awayekî pir cidî li ser pêşeroja Kurdan û Tirkiyê tehdit dikir; pêvajoya ku par bi daxuyaniyên Serokkomar, Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û Rêber Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin û di 27’ê Sibata 2025’an de bi banga Rêber Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” re bû xwediyê nasnameyekê, di qonaxeke pir girîng û krîtîk de derbas dibe.  
 
Di nav 8 mehên borî de weke aliyê Kurd me, li ser bingehê banga Aştî û Civaka Demokratîk gavên mezin ên qasî dîrokî girîng in avêt. Ji bo dorhêleke aram û rehet ya nîqaşê bê avakirin, hema piştî bangê di roja 1’ê Adarê de me agirbest îlan kir. Li ser bingehê bi rêbazên guncav ên arastekirina Rêber Abdullah Ocalan, di nav dîroka 5-7’ê Gulanê de me Kongreya 12’emîn a PKK’ê kom kir, me biryarên hebûna rêxistinî ya PKK’ê û bidawîkirina stratejiya têkoşîna çekdarî girt û li van biryaran me ev yek zêde kir; evana encax rastûrast bi birêvebirina Rêber Abdullah Ocalan dikare pratîze bibe. Piştî du mehan roja 11’ê Tîrmehê jî, li ser bingehê banga bi dîmen a Rêber Abdullah Ocalan, di rêveberiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat de Grûba Aştî û Civaka Demokratîk a ji 30 kesan pêk dihat, ji bo biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî bi merasîmekê ku çekên xwe şewitandin, di pratîkê de helwesta me ya bi biryar û net nîşan da.  
 
Di bin pêşengtiya Rêber Abdullah Ocalan û PKK’ê de ev gavên dîrokî yên aliyê Kurd avêtine, bi kûranî bandor li ser dorhêla siyasî û civakî ya Tirkiyê kir, li ser bingehê aştî û demokratîkbûnê ruh û îradeyeke nû derxist holê. Ji bo aştî, demokrasî û azadiyê, ev helwesta bi wêrek û fedekar a Kurdan li nava Tirkiyê û derveyî wê di plana giştî de timî bi ecibandinê hat pêşwazîkirin. 
 
EM DEST BI VEKIŞANDINA HÊZÊN XWE DIKIN
 
Rexmî hemû nêzîkatiyên nebes yên tên jiyîn Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê, ji bo talûkeyên her ku diçe li ser Tirkiye û Kurdan giran dibe berteref bike û ji bo hîmê pêşerojeke bi sedan salan a jiyana azad, demokratîk, xûşk û biratiyê dayne, bi armanca pêvajoya aştî û civaka demokratîk bigihîne qonaxeke duyemîn hewl dide gavên pratîk ên nû yên pêşîlêveker bavêje. Li ser vî esasî, li ser bingehê biryarên Kongreya 12’emîn ku plan kiriye, em hemû hêzên xwe yên li nav sînorên Tirkiyê li cihên ku rîska pevçûnê çêdike û rê li ber provokasyonên muhtemel vedike, ji bo pêkanîna vekişandina li Qadên Parastina Medyayê li ser erêkirina Rêber Abdullah Ocalan jî em pêk tînin. Beşek ji grûbên gihîştine Qadên Parastina Medyayê vê gavê li vê derê ne û bi xwe beşdarî vê daxuyaniyê dibin. Her weha li qadên sînor jî li cihên ku rîska pevçûnê lê heye û mewziyên ku ew ê rê li ber provokasyonên muhtemel veke jî tedbîrên sererastkirinê yên weke vê tên girtin. 
 
Bêguman ev gavên ku em davêjin asta wê ya bandorê ew ê pratîk nîşan bide. Encax ev gavên pratîkî yên em davêjin jî di pêkanîna biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê de careke din helwesta me ya bi biryar û net nîşan dide. 
 
DIVÊ QANÛNÊN ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK DERKEVIN 
 
Pir eşkere ye ku em girêdayî biryarên Kongreya 12’emîn in û di pêkanîna wê de em bi biryar in. Lê ji bo evana bên pratîzekirin jî dîsa li ser bingehê biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê girtine, nêzîkatiyên siyasî û hiqûqî yên pêvajo ferz dikin bêyî ku bi derengî bikeve divê bên nîşandan. Di vê çarçoveyê de Hiqûqa Veguhêz a taybet ji bo PKK’ê divê esas bê girtin, ji bo beşdarî siyaseta demokratîk bibe qanûnên entegrasyona demokratîk û azadiyê yên pêwîst bêyî ku bi derengî nekeve derkevin.  
 
DIVÊ HER KES DI ATA SEFERBERIYÊ DE TÊBIKOŞE
 
Weke dawîn banga me, di serî de ji bo jin û ciwanan ji bo hemû gelên me ye. Pêvajo ne ew pêvajo ye ku ji hinekan hin tiştan hêvî bikin, pêvajo ew pêvajo ye ku bi têkoşîna rêxistinkirî avakirin û qezenckirina jiyana azad û demokratîk e. Wê wextê her kesên ku xwe di nava vê jiyanê de dibînin, ji bo serketina ‘pêvajoya aştî û civaka demokratîk’ di asta seferberiyê de divê têbikoşin. 
 
Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk teqez ew ê bigihîje serkeftinê!
 
26’ê Cotmeha 2025’an
 
Rêveberiya Tevgerê”
 
MA / Azad Altay

Sernavên din

11:39 Ji AKP’ê daxuyaniya ewil a têkildarî biryara vekişînê
11:38 DEM Partî dê sibe têkildarî gava dîrokî daxuyaniyê bide
11:28 Vaye dîmenên daxuyaniya dîrokî
10:45 Welatiyên tev li mitînga Esenyurtê bûn: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
10:01 Li girtîgehên Îzmîrê tehliyeyên 15 girtiyan tên astengkirin
09:59 Wêneyên ewil ên daxuyaniya dîrokî
09:11 Kovara Jinê bi manşeta ‘Çi bi Rojîn Kabaîşê bû?’ derket
09:08 Ji Tevgera Azadiyê gaveke din a dîrokî: Em hêzên xwe ji Tirkiyeyê vedikişînin
09:00 ROJEVA 26’Ê COTMEHA 2025’AN
25/10/2025
22:00 Bi sed hezaran kes tev li konsera Koma Amedê bûn
16:47 Di mitînga Esenyûrtê de posterê Abdullah Ocalan hat hilgirtin
16:32 Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Êlihê civîn li dar xist
15:53 Ji bo girtiyên nexweş li 3 bajaran çalakî hat lidarxistin
15:50 Ji jinan çalakiya 'dara aştiyê'
15:17 Xizmên windayan daxwaza edaletê kirin
14:35 Li Cizîrê ‘Nobeda Edaletê’ di hefteya duyemîn de: Dê têkoşîna me bidome
13:51 Navê nemir ê Kulîlka Azadiyê: Evdilmelîk Şêxbekir
13:15 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Yusuf Nergiz pirsin
12:36 Dê li Kurdistanê 2 mîlyon şitlên berûyê bên çandin
11:59 Dogan Erbaş: Entegrasyon formula çareseriyê ye, dê dewletê jî biguherîne
11:38 Dozgerê ku nexwest 'sûcê zayendî' bibîne, li ser 'şantaj û binpêkirinê' îdianame amade kir
10:46 ‘Em li wargehên KYK’ê ne di ewlehiyê de ne divê em parastina cewherî bi rêxistin bikin’
10:43 Gerîla dê sibê gaveke dîrokî bavêje
09:47 Dr. Saîdogluyê Filistînî: Welatên plana Trump erê kirine piştevanên projeya kolonyalîst in
09:33 Pirtûkên nivîskarê girtî Kahraman nadin wî
09:13 ‘Pirsgirêk bêyî azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan çareser nabe'
09:04 Li Wanê liv û tevgera li Çarşiya Sobevanan zêde bû
09:00 ROJEVA 25’Ê COTMEHA 2025’AN
24/10/2025
21:48 Civîna MYK a DEM Partiyê bi dawî bû
18:31 Li Amedê 6 ciwan hatin girtin
15:59 Saliha Aydenîz: Divê dewlet azadiya rêzdar Ocalan mîsoger bike
15:59 Endamên Koma Amed Tahir Elçî bi bîr anî
15:48 'Zext û binpêkirinên li bendên kontrolê yên leşker û polîsan bi dawî bikin’
15:34 Amedspor: Hedefa me Super Lîg e
14:02 Li Mûglayê keştî noqî avê bû: 14 kes mirin
14:01 Beşa duyemîn a hevpeyvîna bi Abdullah Ocalan re hate weşandin
12:59 Der heqê Oznur Degerê de lêpirsîn hat vekirin
11:13 Li Girtîgeha Tîpa M a Wanê mirineke biguman
10:59 Cendirmeyan wecîbeyên olî asteng kirin, qeymeqam cihê şînê neda
10:53 Dîroka Heskîfê dê bi lîstika ‘Keypa 12500’ bê nîşandan
09:59 Endamên Koma Amed: Em ê konserê bi coşa Newrozê bidin
09:40 Li Xana Axparê qeza: Kesek mir, 3 kes jî birîndar bûn
09:37 Li Stenbolê di serdegirtina malan de herî kêm 9 ciwan hatin binçavkirin
09:31 Di perspektîfa Abdullah Ocalan de entegrasyona demokratîk
09:20 Ji bo têkoşîneke hevpar banga tevlibûna mitîngê
09:00 'Dewlet karê xwe bi şêwirmendên darayî dide kirin, rêziknameyeke qanûnî divê'
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2025'AN
08:45 Li dijî TELE1’ê operasyon: Polîs li kanalê lêgerînê dikin
23/10/2025
16:52 Şîna Sûltan Ete bi girseyî hat ziyaretkirin
16:12 Kesên di erdheja Wanê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
15:43 Tedawiya Aykol a li beşa çavdêriya awarte didome
15:39 Danişîna doza Hevşaredar Neslîhan Şedalê hat taloqkirin
15:06 Ji bo rojnameger Akdenîz biryara beraetê hat dayin
14:57 Li Sêrtê doza tecawizê: Daxwaza girtina faîl hat redkirin
14:09 Hevpeyvîna bi Abdullah Ocalan re piştî 28 salan hate weşandin
13:55 Ahmet Turk ji doza weke hinceta tayînkirina qeyûm hatibû nîşandan beraet kir
13:42 Endamên Koma Amedê bi stranan hatin pêşwazîkirin
12:24 HPG'ê ji ber operasyonên leşkerî hişyarî kir
11:58 'Divê gel rê nede zîhniyeta DAIŞ’ê ku xwe li Kurdistanê birêxistin bike’
11:20 Tê payin ku Şandeya Îmraliyê di 28’ê Cotmehê de bi Erdogan re hevdîtinê bike
11:02 Rojnamevan Aykol di çavdêriya awarte de jî dibe dengê girtiyan
11:00 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:48 Dîmenên kêliya polîsan ciwan derb dikir derketin holê
10:11 Belgefîlma Kerboranê: Em ê hestiyên me ji bîrê derxistin ji bîr nekin
09:48 Şandeya Îmraliyê çû serdana siyasetmedarên girtî
09:16 Redkarên wijdanî: Bila aştî bê nîqaşkirin, redkariya wijdanî bê qebûlkirin
09:14 Dosyeya Rojîn Kabaîşê: Me daxwaza berfirehkirina lêpirsînê kir
09:13 Akademîsyen Berwarî: Ger Tirkiye şer hilbijêre, dê bi kêrî kesî neyê
09:11 Akademîsyen Yildiz Onen: Aştî dê bi kêrî her kesî bê
09:08 'Li dijî asîmlasyonê divê weşangeriya Kurdî bêtir bê piştgirîkirin'
09:06 Ji bo konsera Koma Amed bang
09:05 Bi şanoyê Kirmanckî berbiçav dike
09:00 'Ji bo aştiyeke mayinde divê girtî hemû bên berdan'
09:00 ROJEVA 23’YÊ COTMEHA 2025’AN
22/10/2025
16:35 Li Colemêrgê panela ‘Di Îslamê de civak û jin’
15:21 Îkram Guner li bajarê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
14:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
14:45 Qeyûm zextê li xebatkaran dike ku sendîkaya xwe biguherînin!
13:52 Ji bo meşa Kolnê bang hate kirin
13:36 Leşkeran deriyê mala şînê qilf kirin: Behsa aştiyê dikin lê zilma wan berdewam e
12:54 HSD ne ‘gef’ e lê hêza jinûveavakirinê ye
11:48 Leşkeran dest danîn ser telefona welatiyê dixwest talana li Gabarê bikişîne
11:34 Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tehliyeya 8 girtiyan asteng kir
10:57 Weqfa Mezopotamyayê kursa ‘Folklor û Edebiyata Gelêrî’ ya onlîne dide destpêkirin
10:44 Li Agiriyê xizmet ji gundên dengê xwe nedane AKP’ê re nayê kirin
10:03 'Li Wanê divê demildest ji bo tiryakkêşan navendên rehabîlîtasyonê bên vekirin'
09:36 Çanda Dêrsimê bi çanda kulav neqş kir
09:16 'Ger dewlet bixwaze pirsgirêkê çareser bike divê hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike'
09:09 Xizmên girtiyan: Zilma li girtîgehan didome
09:04 Li Îzmîrê qeydên ji bo Kurdî dest pê kirin
09:02 Dadgehê biryar da ku malbatên HPG'î tazmînatê bidin leşkerê birîndar bûye
09:00 ROJEVA 22’YÊ COTMEHA 2025’AN
21/10/2025
16:35 Tevî astengkirina cendirmeyan jî şîna Cansu Seferoglû hate danîn
16:12 Dermanên razandinê yên rojnameger Aykol dîsa hatin kêmkirin
16:05 Di doza Mînguzzî de cezayê muebbeda girankirî dan 2 bersûcan
15:28 Hikûmeta Demkî careke din rêya Tebqa-Selemiyê girt
14:43 Li seranserî cîhanê 520 kesan bang li rejîma Îranê kir
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Beriya hevdîtinên budçeyê sererastkirinên yasayî bikin
12:40 Di doza Uytun de daxwaza girtina faîl û keşfa cihê bûyerê hate redkirin
12:13 Ceza dan rojnameger Oznûr Degerê