DÊRSIM - Zeynep Çîçek Ayrilmaz ku li Stenbolê atolyeyeke hunera hirî ya komunal vekiriye, diyar kir ku ew hewl dide bi rêya hunerê çanda Dêrsimê zindî bihêle û got ku xewna wê ya herî mezin li Dêrsimê vekirina atolyeyekê ye.
Zeynep Çîçek Ayrilmaz ku piştî di sala 2019'an de teqawid bû, serî li kursan da û belgeyên şagirtî û hostatiyê stendin. Piştî vê kargehên xwe ava kirin. Zeynek Çîçek Ayrilmazê piştî xebatên bi hiriyê tên çêkirin nas kirin û li çend saziyan perwerdehî da, niha xebatên xwe li Mala Hunerê ya Kulav a Ankayê didomîne. Zeynep Çîçek Ayrilmazê ku di vê çarçoveyê de berê li Dêrsimê bi navê "Xwedawendên Dêrsimê" pêşangehek li dar xistibû, pêşangeha xwe ya bi navê "Ji Mîrateya Çandê ya Dêrsimê Hunera Kulavê" li 42emîn Rojên Çand û Hunerê ya Mehmet Çetîn û Emîralî Yaganê pêşangehek li dar xist.
Zeynep Çîçek Ayrilmaz ku têkildarî pêşangeha xwe axivî, anî ziman ku ew dixwaze li Dêrsimê hunera kulavê bidome.
Zeynek Çîçek Ayrilmazê destnîşan kir ku ew bi hezkirin vê pîşeyê pêş dixe.
Zeynep Çîçek Ayrilmazê bilêv kir ku piştî eleqeya wê ji bo hiriyê çêbûye, li Dêrsimê dest bi lêkolînê kiriye û got ku li Dêrsimê dîtiye ku malbatên koçer kon, xalîçe hwd. çêkirine. Ayrilmazê bilêv kir ku dîtiye ku xebatên bi vî rengî kêm bûne û got: "Gava ez ji bo lêkolînê çûm, ez hîn bûm ku bi taybetî li Çemîşgezek, Pêrtag û Mazgirtê bi piranî li ser kulav eleqeyek hebûye."
Zeynep Çîçek Ayrilmazê bilêv kir ku ew hin tiştan bi awayekî teroîk hîn bûye û hin tiştan jî di lêkolînên xwe de di dema sohbetê de hîn bûye.
Zeynep Çîçek Ayrilmazê anî ziman ku ew bi berhemên ku bi hunera kulavê çêdike li ser Dêrsimê û jinên Dêrsimê disekine û got ku ew dixwaze vegere Dêrsimê û tevî jinan hin projeyan pêş bixe. Zeynep Çîçek Ayrilmazê destnîşan kir ku wê di pêşangehên xwe yên li Dêrsimê de xwestiye nirxên herêmî Şahmaran, Anka, Teyrê Atwus, Seyîd Riza û pezkoviyan berbiçav bike.
Zeynep Çîçek Ayrilmazê da zanîn ku wê kargeha xwe ya ewil li Stenbolê bi awayekî komunî bi jinan û şêniyên taxê re ava kiriye û got ku xeyala wê ew e ku bi heman pergalê li Dêrsimê jî tiştekî bi vî rengî bike.
MA / Şîlan Şîrvan Çîl