WAN - Li navçeya Erdîşê di navbera du malbatan de şer derket, yek jê personelê nexweşxaneyê 2 kesan jiyana xwe ji dest da. 
	Nîqaşa di navbera malbatên Tokay û Dîlmaç ên li navçeya Erdîş a Wanê derket, duh bi şev ji ber meseleya “dan û standinê” veguherî şer. Piştî ku kesekî ji malbata Dîlmaz ê bi şev hate binçavkirin di saetên serê sibê de anîn nexweşxaneyê êrişeke din jî pêk hat. Personelê nexweşxaneyê û kesekî din ên mane di navbera şer de jiyana xwe ji dest dan. 
	Di encama şer de gelek kes birîndar bûn. Hate zanîn ku derdora nexweşxaneyê hatiye dorpêçkirin û gelek kes jî hatine binçavkirin. 
