ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê qamyon û motosîklet li hev ketin û kesekî jiyana xwe ji dest da. 
	Li xaçerêya Tokiyên Dîrsekliyê yên navçeya Cizîr a Şirnexê qamyon û motosîklet li hev ketin û qeza çêbû. Tîmên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ajokarê motosîkletê tevî hemû mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest da. 
	Têkildarî qezayê lêpirsîn hate destpêkirin. 
