AMED - Helbestvan Arjen Arî di salvegera 12’emîn a wefata xwe de ji aliyê malbat û hezkiriyên xwe ve li ser gora xwe hat bibîranîn. 
	Helbestvanê kurd Arjen Arî yê navdar di salvegera 12’emîn a wefata xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoya Amedê hat bibîranîn. Malbata Arî, hezkiriyên wî, endamên Komeleya Wêjkarên Kurd û gelek nivîskar beşdarî bîranînê bûn. 
	Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Fatma Taşli Tûnç di bîranînê de axivî û got: “Dema ku yekitiya kurdan pêk were wê helbestvanê me Arjen Arî bi aramî di gora xwe de rakeve.” 
	Xwişka Arjen Arî, Necla Akay jî wiha got: “Gelek hezkiriyên wî hene. Gelek mirov berhemên te dixwîne û parve dike. Ev jî hinek êşa me dide jibîrkirin. Wê şagirt û xwînerên te her xwedî li bîranîna te derkevin.” 
	Piştî axaftinan beşdaran qerenfîl danîn ser gora Arjen Arî. 
