Ji bo xwedî derketina Geliyê Perî bang hat kirin
- ekolojî
- 11:48 23/6/2021
KAYY-DER diyar kir ku wê lêgerîna madenê ya li Geliyê Perî ya li Çewligê dê bandorê li ser ekosîstemê bike û divê her kes li dijî vê têbikoşe.
KAYY-DER diyar kir ku wê lêgerîna madenê ya li Geliyê Perî ya li Çewligê dê bandorê li ser ekosîstemê bike û divê her kes li dijî vê têbikoşe.
Tê gotin dê di 21'ê Hezîranê de li Dehla Valîdebagê projeya rehîbîlîtasyon û sererastkirinê dest pê bike. Şênîyên semtê bi rojan e nobeta dehlê digirin. Dilxwazên Valîdebagê ku li ber vê projeyê radibin, anîn ziman ku betonê naxwazin.
Gundiyên gundê Dîbeglî yê navçeya Giyadînê ku li dijî kana mermer li ber xwe didin, ji aliyê qaymeqamê navçeyê ve ev gef li wan hat xwarin: “Heke hûn ji malan dernekevin ez ê bi zimanekî din bi we re biaxivim. Ev der mêrga dewletê ye.”
Jinên gundê Şêxanê yên navçeya Payîzavayê ku rê, av û şebekê lê tuneye li dijî avakirina kana mermer a li gund derketin û ev daxwaz kirin: “Em ne kana mermer, rê, av û axurên me yên ku hatin hilweşandin dixwazin.”
Cihoka Şamranê ku dirjahiya wê 51 kîlometre ye û wekî nuwazeya endezyariya avê ya cîhanê hatiye qebûlkirin, niha ji ber bermayiyan bûye sergo.
Şewata ku di dema operasyona eskerî de, di 12’ê hezîranê de li Bedlîs’ê derket 5 roj in bênavber didome û destûr nayê dayîn kes mudaxile bike.
Ekolojîstan, diyar kirin ku hilweşîna li herêmekê ku şer lê heye, tevahiya ekosîstemê berovajî dike û gotin: “Ev jî wê bi xwe re pirsgirêkên weke kêmbûna ava bin erdê, zuhabûn, krîza xwarin û birçîbûnê bîne.”
Piştî ku Heskîfa dîrokî di bin avê de hat hiştin, ji 1'ê Hezîranê ve ava bermayî ya Heskîfa nû, ji ber nelihevkirina DSÎ û şaredariya AKP'î bêyî ku bê dawerivandin diherike nav gola bendavê.
Hat ragihandin ku şewata li Çiyayê Gorse ya li navçeya Pîranê ku ji ber xwe ve temirî ve dîsa dest pê kiriye.
Wêzirê Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê Fatîh Donmez ku tevlî merasîma danîna hîmê Kana Zêr a Mollakara ku li gundê Mollakara yê navçeya Giyadînê bû hawîrdorparêz hedef girt.
Wê merasîma danîna hîmê Kana Zêr a Mollakara ku li gundê Mollakara yê navçeya Giyadînê bi siyanurê were derxistin, bi tevlîbûna wezîran pêk were.
Li Taxa Dedeyazê ya Meletiyê, kana madenê jiyan li şêniyên taxê herimandiye. Şêniyên taxê, anîn ziman ku ji ber ku raya xwe nadin AKP'ê, bi tiştên bi vî rengî re rû bi rû dimînin.
Şandeya HDP’ê, şewata ku piştî operasyona leşkerî ya li navçeya Pîranê derket û dûre li gundên Xarpetê belav bû, li herêmê lêkolîn kir. Gundiyan, diyar kirin ku rayedaran mudaxileyî şewatê nekirin û Qeymeqamtiya Miyaran jî îdîa kir ku şewat hatiye vemirandin.
Miduriyeta Daristanê ya Şirnexê, ji kok ve birîna darên li Çiyayê Cûdî bi bi ‘kezaxtinê’ parast.
Li navçeya Pîran a Amedê şewata ku li qada operasyonên eskêrî derket û 8 roj in nayê vemirandin belavî gundên Xarpêtê bû.