Platforma Zimanê Kurdî: Divê her kes xwedî li zimanê xwe derkeve
- çand û huner
 - 09:06 08/10/2021
 
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, diyar kir ku kampanyaya bi daxwaza ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê dane destpêkirin, didome û bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê xwe derkevin.
