STENBOL - Dadgehê bi hêceta klîbên stranan û parvekirinên medya dîjîtal 3 sal û mehek û nîv ceza li hunermenda kurd Hozan Canê birî. 
	Hunermenda kurd Hozan Canê bi îdiaya “endama rêxistinê ye”, “propaganda rêxistinê ye” û “alîkariya rêxistinê kiriye” doz lê hatibû vekirin. Rûniştina biryara dozê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Bajarê Edîrneyê hat lidarxistin. Hozan Canê beşdarî dozê nebû û parêzerên wê Newroz Akalan û Mustafa Pekoz li rûniştina dozê amade bûn. 
	DOZGER XWEST WERE CEZAKIRIN 
	Dozger mutalaya xwe pêşkêşî dadger kir û got derbarê îdiaya “endamtiya rêxistinê” delîl nehatine dîtin. Dozger xwest bi îdiayên “propaganda rêxistinê” ya ji ber parvekirinên medya dîjîtal û klîbên stranan û “alîkarî daye rêxistinê” Hozan Canê were cezakirin. 
	NE SÛC E 
	Parêzeran diyar kir ku miwekîla wan sûc nekiriye û parvekirin û klîbên wê di çarçoveya xebatên wê hunerî de ne û xwestin were beraetkirin. 
	CEZA HAT BIRÎN 
	Piştî parastina parêzeran dadgehê biryara xwe eşkere kir û bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” û “propaganda rêxistinê kiriye” 3 sal û mehek û nîv ceza li Hozan Canê birî. 
