NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişeke hewayî ya Îsraîlê de ku li nêzî gundê Ansarê yê li başûrê Libnanê pêk hat, 7 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
Balafirên şer ên Îsraîlê, li herêma Ensarê ya li başûrê Libnanê êrîşeke hewayî birin ser malekê. Li gorî agahiyên ajansa ANI’yê ya Libnanî, ragihandine di êrîşê de mal bi temamî hilweşiya; 7 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo gihîştina kesên di bin kavilan de mane, xebatên xwe berdewam dikin.
Hat ragihandin ku Îsraîlê geliya di navbera Ensar û Zerariyeyê de jî hedef girtiye û li dora keviya Elî el-Tahir êrîşên hewayî û topbaran pêk anîne. Hat ragihandin ku li bajarê Bint Cbeilê jî hin mal ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatine teqandin.
Peymana Hezîranê; bêçekkirina Hizbullahê, vekişîna hêzên Îsraîlê ya ji başûrê Libnanê û bicihkirina artêşa Libnanê ya li herêmê pêşbînî dike. Lê belê li ser sepandina peymanê rageşî di navbera aliyan de berdewam dike.
Rêveberiya Libnanê, ragihand ku di pêvajoya dawî ya pevçûnan de zêdetirî 4 hezar û 300 kesî jiyana xwe ji dest dane; Hizbullah jî rexneyên xwe yên li ser peymanê berdewam dike.
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (Human Rights Watch) jî bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku piştî bidawîbûna dema peywira hêza aştiyê ya li Libnanê jî, ew li herêmê bimînin.