DYA’yê li dijî Îranê êrişeke nû pêk anî

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - DYA'yê li dijî Îranê êrişeke nû pêk anî. CENTCOM’ê daxuyand ku wan “Li Tengava Hurmuzê kapasîteya êrişa keştiyên Îranê qels kiriye.”

 
Fermandariya Navendî ya DYA’yê (CENTCOM) ragihand ku wan pêleke nû ya êrişê li dijî Îranê daye deestpêkirin û armanca wan “Li Tengava Hurmuzê qelskirina keştiyên Îranê yên leşkerî ye” û diyar kir ku êriş 90 deqeyî berdewam kiriye.
 
Medyay Îranê ragihand ku êrişên di navbera her du welatan li parêzgeha Buşherê zêde bûne, di êrişan de mirî û birîndar hene.
 
JI CENTCOM’Ê DAXUYANÎ
 
CENTCOM’ê di daxuyaniya duyemîn de diyar kir ku pêla êrişê bi dawî bûye û li Girava Tunb a Mezin li dijî pergala parastina peravê û tesîsên avêtina moşekan êriş pêk aniye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrişan de kapasîteya keştiyên leşkerî yên leşkerî ku êrişê keştiyên bazirganiyê dikin hatine qelskirin.