Lubnan û Îsraîl ji bo agirbestê dê li DYA’yê bicivin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomariya Lubnanê ragihand ku roja Sêşemê bi navbeynkariya DYA’yê ji bo gotûbêjkirina agirbestê û pêvajoya danûstandinan dê bi Îsraîlê re li Washingtonê bicivin. 

 
Serokkomariya Lubnanê, ragihand ku civîna yekem a di navbera aliyan de biryar e roja Sêşemê li Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pêk were. Hevdîtin dê li ser misogerkirina agirbestê û destnîşankirina bernameyekê ji bo danûstandinên Libnan-Îsraîlê bisekinin.
 
Erêkirina "danûstandinên rasterast" ji aliyê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ve pêvajo lezand. Lê belê, Îsraîl li dijî têkiliya bi Hizbullahê re ye û red dike ku bi vê komê re li ser agirbestê danûstandinan bike.
Tevî peymana agirbestê ya di navbera DYA û Îranê de, Îsraîlê êrîşên xwe yên li dijî Hizbullahê bi hinceta ku Libnan di peymanê de cih nagire, zêde kiriye.
 
HEJMARA QURBANIYAN ZÊDE DIBE
 
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, ragihand ku di êrişên roja Çarşemê de 357 kes hatine kuştin û hezar û 223 kes jî birîndar bûne.
 
Hejmara giştî ya qurbaniyan ji 2’yê Adarê û vir ve ya encama şerê di navbera Îsraîl û Hîzbûlahê de gihîştiye hezar û 953’an. Dibe ku hejmara qurbaniyan zêde bibe ji ber ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.