Îranê gef li DYA'yê xwarin 2026-06-03 14:02:10 ENQERE- Îran ku ji ber daxwazên zede gef li DYA'yê xwarin, got: "Dê her êriş, bi topbarana fuze û dornan bên bersivandin."    Rageşiya di navbera DYA-Îranê de zede dibe. Şêwirmendê lîderê olî yê Îranê Mucteba Hamaney û Fermandarê Giştî yê Artêşa Muhafizên Şoreşê yê berê Muhsîn Rezaî, li ser hesabê xwe yê medyaya sanal X'ê daxuyanî da. Rezaî got: "Ne du dema muzakereyê ne jî agirbestê de em ê rê nedin daxwazên zede yên DYA'yê. Dê her êriş, bi topbarana fuze û dornan bên bersivandin. Dîrok paşve naçe û êrişkar dê demildest bê cezakirin."