Rêveberekê DAIŞ’ê li Dêrazorê hate girtin 2025-09-30 10:55:04 NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Ragihandinê ya HSD’ê diyar kir ku hêzên wan li bajarokê Dernicê yê Dêrazorê fermandarekê DAIŞ’ê girtine û di operasyonê de endamekî wan jiyana xwe ji dest daye.   Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku fermandarekê DAIŞ’ê li bajarokê Dernic ê rojhilatê Dêrazorê hatiye girtin. HSD’ê got: “Hêzên Meclisa Leşkerî ya Hecînê ya HSD’ê êrişa şaneyeke terorîst a DAIŞ’ê ya li bajarokê Dernicê têk biriye. Di encamê de serçeteyekî wê şaneyê hate girtin. Ew serçete piştî di pevçûnê de birîndar bû hate girtin. Di pevçûnê de şervanekî me şehîd bû û 2 şervan jî birîndar bûn.”   HSD’ê da zanîn ku li bajarokê Ebrîha jî şaneyên DAIŞ’ê hewl dan bi motorsîklêtan û çekên kalaşnîkofê êrişî bendeke ewlehiyê bikin û wiha domand: “Lê şervanên me bersiv dan û êriş têk bir. Bi wê re endamên terorîst, piştî yek ji wan birîndar bû, paşve vekişîn. Dûre jî hêzan ji bo misogeriya ewlehî û îstîqrarê li herêmê hemleyeke paqijkirinê da destpêkirin.”