WAN - Gola Firaqa ku li gundê Şarbazarê yê navçeya Erdîşê ye, wekî bîreke bêdeng a şopên Komkujiya Geliyê Zîlanê hebûna xwe diparêze.
Navçeya Erdîşê ya Wanê wekî yek ji navendên herî girîng ên çandiniyê tê zanîn. Her çend hilberîna çandiniyê bi saya cihokên avdanê yên ku ji hêla şaristaniyên ku di navbera sedsalên 9 û 6'an ên berî zayînê de li herêmê serdest bûne hatine çêkirin domdar bûye jî, Ermeniyên ku hatine herêmê ev kevneşopiya avdanê parastine û bi vî rengî wê bi salan domandine. Gola Firaqa ku li Hewza Çemê Zîlanê ye û di wê serdemê de wekî bendava avdanê hatiye bikaranîn, tenê ne wekî avaniyek ku hewcedariyên avê pêk tîne, wekî yek ji cihên herî girîng ên ku şikil dide çerxa jiyana herêmê dom kiriye.
ŞAHIDA BÊDENG A KOMKUJIYÊ
Gola Firaqa ya li zozana gundê Şarbazar ê navçeya Erdîşê, bi qasî 4 kîlometreyan dûrî gund û li bilindahiya hezar û 700 metreyan ji asta deryayê bi sedsalan e di jiyana gundiyên herêmê û civaka derdorê de cihekî girîng digire. Bi avhewaya xwe ya sar a bilind ku di havînê de mazûvaniya şivanan dike, avên wê hewcedariyên kesên ku xwe disipêrin çandiniyê pêk tînin û bi hevgirtina rengên xwezayê, gol bi çiyayên derdorê, kulîlkên geş û dîmenên bêhempa mirovan ber bi xwe ve dikişîne. Lêbelê, di nav vê bedewiyê de, gol di heman demê de şahideke bêdeng e jî ji bo çîrokek biêş ku ji nifşekî bo nifşekî din tê veguhastin.
NASNAMEYA GOLÊ
Di dema komkujiya ku di Tîrmeha 1930'yî de li Geliyê Zîlan pêk hat, hêzên ku bo herêmê hatibûn şandin dorpêçeke berfireh danîn. Yek ji cihên dorpêçkirî ew deşta bilind bû ku Gola Firaqa lê ye. Gundiyên li wê deştê, piştî ku fêm kirin operasyon nêzîk e, ew pêdiviyên ku karibûn hilgirin bi xwe re birin û di heman demê de, wan tiştên xwe yên herî biqîmet ku neçar man li paş xwe bihêlin radestî ava golê kirin, bi hêviya ku rojekê vegerin. Ew çûna bêgavî, ne tenê di bîra mirovan de, di nasnameya golê bi xwe de jî şopek hişt. Ew gol ku bi salan tenê wekî "gol" dihat naskirin, piştre bi navê Gola Firaqa hat binavkirin.
Dema ku gundî piştî dorpêça leşkerî bi dawî bû vegeriyan çêregehên xwe, wan dît ku jiyana ku wan li dû xwe hiştibû bi piranî wêran bûye. Tiştên ku wan di avên golê de hiştibûn jî di çiravê de winda bûbûn. Piştî komkujiyê herêmê demeke dirêj ji bo gundiyan hat qedexekirin û şêniyên li wir neçar man ku li deverên dûrî warê xwe bijîn. Lêbelê, bi rakirina qedexeyê di sala 1950'yî de, yên saxmayî vegeriyan gundê xwe.
ŞAHIDEKE ZINDÎ
Çîroka Gola Firaqayê ku heta roja me ya îro rewşa xwe ya xwezayî ya resen parastiye, her wiha çîroka xelkê herêmê û nifşên piştî wan e. Ji bo niştecîhên herêmê, Gola Firaqayê ne tenê cihekî mîrateya xwezayî ye ku bi avên xwe yên zelal û dîmenên xwe yên balkêş tê naskirin. Ew di heman demê de di bîra kolektîf de wekî şahideke zindî ya komkujiya Geliyê Zîlanê û koçberkirina bi zorê ye jî.
MA / Zeynep Dûrgût