ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2026'AN

Parve bike:
* Dayikên Aştiyê û malbatên ku di pevçûnan de xizmên xwe winda kirine, bang li dewletê kirin ku bi rêya gavên qanûnî erkên xwe yên têkildarî aştiya mayinde bi cih bîne.
 
* Serlêdanên ji bo 10'emîn Festîvala Belgefîlman a FilmAmedê ku dê îsal pêk bê, di 20'ê Tîrmehê de diqedin. Koordînatora Festîvalê Rojhilat Aksoyê bang li derhênerên ciwan, hezkiriyên sînemayê û raya giştî kir.
 
* Cîgirê Hevserokatiya DEM Partiyê yê ji Ekolojî û Çandiniyê berpirsiyar Îbrahîm Akin, diyar kir ku Lûtkeya COP31'ê ku dê li Antalyayê were lidarxistin, ne ji bo gel û xwezayê, ji bo kapîtalîstan e. Akin bang li gel kir ku li hemberî wê, "Lûtkeya Alternatîf a Avhewayê ya Gelan" bê lidarxistin. 
 
* Nobeda ku li Gimgimê li dijî projeya JES'ê dest pê kir, dê di roja 72'yan de bidome. (12.00-21.00)
 
* Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigit dê têkildarî geşedanên daweî li meclisê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.30) 
 
* Dê bi pêşengiya DEM Partiyê, bi boneya 96'emîn salvegera Komkujiya Zîlanê li gundê Ada Xeybe yê Erdîşa Wanê daxuyanî bê dayîn.(13.00)