Amedspor ji bo serketinê dadikeve qada Lîga Super

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Amedspor ku dê cara ewil di Lîga Super de bilîze, îro dê bi Erzurumsporê re bilîze. Serokê TFF'ê, Wezîrê Karên Navxweyî û Wezîrê Sporê jî dê li trîbunê maçê temaşe bikin. 
 
Amedspor ku di dîroka xwe de cara ewil çû Lîga Super, dê qada xwe maça ewil bilîze. Amedspor ku di Lîga Yekem a Terndyolê de di her du maçan de jî li hemberî Erzurumsporê bi ser neket, dê di maça ewil a Lîga SUper de pê re bilîze. Amedspor ku bi 16 transferan tîmeke xurt ava kir, armanca wê ew e ku di lîgê de bimîne û di rêzên pêşî de cih bigire. 
 
Ji bo Amedsporê û bi milyonan alîgirên wê, maça bi Erzurumsporê dê maça ewil. Di Amedsporê de ku dê îro maça xwe ya ewil a Lîga Superê li qada xwe bilîze, lîstikvanê ku gola ewil bavêje dê navê xwe li dîrokê binivîse. Her wiha gola bê avêtin û wergirtina sê puanan, dê jib o alîgirên Amedsporê bibe kêliyeke nejibîr. Ligel vê, Amedspor dixwaze bêsiûdiya xwe ya li hember Erzurumsporê ku herî dawî di lîga duyem, di 3'yê Îlona 2016'an de ew têk birîbû, jî bişikîne û bi serketineke dîrokî dest bi Lîga Superê bike. 
 
WEZÎR Û SEROKÊ TFF'Ê
 
Cara ewil e ku dê du wezîr li trîbunan maça Amedsporê temaşe bikin. Wezîrê Karên Navxweyî Mûstafa Çîftçî û Wezîrê Ciwanan û Sporê Osman Aşkin û her wiha Serokê Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê Îbrahîm Haciosmanoglû dê ji bo maçê li qadê bin. Wezîr Çîftçî ku çend roj berê daxuyanî da, bal kişandibû ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û gotibû ku ew li bendê ne maç xizmeta pêvajoyê bike. 
 
PEYAMÊN ALÎGIRAN
 
Ji daxuyaniyên hatin dayîn û kesên dê di trîbunan de maçê temaşe bikin jî tê fêmkirin ku maça ewil a Amedsporê, maçeke dîrokî û girîng e. Her wiha alîgirên Amedsporê ku bûn yek jî dê cara ewil bi rengekî wiha maçê temaşe bikin û peyamên ku dê ew bidin tên meraqkirin. Tezahuratên alîgirên Amedsporê ku dê li trîbuna li paş qaleyê ya başûr bibin yek, dê heta dawiya maçê xwedî girîngiyekê bin. Alîgirên Amedsporê berevajî wekî alîgirên tîmên din piştgiriyê didin pêvajoyê. Her wiha rêveberên komên alîgiran jî di daxuyaniyên xwe de banga hesasiyetê kirin li dijî provakasyonan. 
 
Amedspor dê ji bo gola ewil, ji bo serketina ewil û ji bo puan û puanên ewil dê li qadê li ber xwe bide. 
 
MA / Dilgeş Ruvanas