Komîsyona Edaletê Qanûna Çarçoveyî gotûbêj dike
- Rojane
- |
- 7 Tebax 2026 16:05
- |
ENQERE - Civîna têkildarî Qanûna Çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” piştî axaftina Serokê Komîsyona Edaletê ya Meclisê Cüneyt Yuksel dest pê kir.
Qanûna Çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ya tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di 5'ê Tebaxê de bi 360 îmzayên parlamenteran ji Serokiya Meclise re hatibû şandin, di Komîsyona Edaletê de tê nîqaşkirin. Endamên komîsyonê yên partiyên siyasî tevlî civînê bûn. Di civînê de pêşniyarqanûn ji partiyên siyasî re hat vegotin. Nîqaş dê bi rexneyên partiyên siyasî yên li ser qanûnê bidome.
Civîn bi axaftina Serokê Komîsyona Edaletê ya Meclise dest pê kir. Di civînê de dê endamên Komîsyonê yên partiyên siyasî jî nîqaş û nirxandin li ser qanûnê bikin.