Ji bo ji nû ve doza Mûsa Anter bê vekirin serlêdan hat kirin
- Rojane
- |
- 7 Tebax 2026 15:01
- |
ENQERE - Ji bo ku doza Mûsa Anter ji nû ve bê vekirin, ji Serokatiya Daîreya Lêkolînên Kiryarên Wan Nediyar a girêdayî Wezareta Dadê re serlêdan hat kirin.
Ji bo ku doza rojnamevan û nivîskarê Kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) yê ku di 20’ê Îlona 1992’yan de li Amedê ji aliyê JÎTEM’ê ve hatibû qetilkirin ji nû ve bê vekirin, Serokatiya Daîreya Lêkolînên Kiryarên Wan Nediyar a girêdayî Wezareta Dadê re serlêdan hat kirin. Keça Mûsa Anter, Rahşan Yorozlu, bi rêya parêzerê xwe Bişar Abdî Alinak serlêdan kir û daxwaz kir ku doza ku di 21’ê Îlona 2022’yan de bi hinceta "demborînê" hatibû girtin, ji nû ve bê vekirin.
Di daxwaznameya serlêdanê de hat daxwazkirin ku lêkolîn û lêpirsînên kêm ên di pêvajoya lêpirsîn û darizandina dozê de werin temamkirin, delîlên fîzîkî yên di naveroka dosyayê de bi rêbazên zanistî yên edlî û krîmînal ên rojane ji nû ve werin nirxandin û rastiya madî bi hemû aliyên xwe ve derkeve holê. Hat diyar kirin ku divê kiryarên di nav zincîra fermandariyê de werin tespîtkirin, derbarê wan de lêpirsîna edlî yên pêwîst werin kirin û doz bi hemû aliyên xwe ve bê ronîkirin.