Berdevkê Dîplomasiya Ewropayê ya PJAK'ê: Pêvajo pêşve biçe ji bo Rojhilat dikare bibe destpêka serdemeke nû

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Dîplomasiya Ewropayê ya PJAK'ê Zagros Enderyarî diyar kir ku serkeftina pêvajoya li Tirkiyeyê dê li Îranê jî bibe sedem ku hinek pirs xurttir bên pirsîn û got: "Heke pêvajo jidil û adilane pêşve biçe û bernameya hevpar a hevpeymaniya şeş partiyên rojhilatê Kurdistanê bihêz be, dikare di çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd a li herêmê de bibe destpêka serdemeke nû."

 
Berdevkê Dîplomasiya Ewropayê ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zagros Enderyarî, derbarê gavên ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê û bandora wê li ser çar parçeyên Kurdistanê axivî. Enderyarî destnîşan kir ku serkeftina pêvajoya li Tirkiyeyê dê li Îranê jî bibe sedem ku hinek pirs xurttir bên pirsîn.
 
Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, pêşnûmeya "Qanûna Çarçoveyî" ya ku ji 12 axalan pêk tê û bi navê "Qanûna Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî" hatiye amadekirin, tê payîn ku îro bê Komîsyona Adaletê ya Meclisê. Enderyarî ev pêşnûmeya ku bo Meclisê hatî pêşkêşkirin wekî geşedaneke girîng a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd nirxand û got: "Vê gavê careke din nîşanî me da ku pirsgirêka dîrokî û siyasî bi tenê bi operasyonên leşkerî û polîtîkayên ewlehiyê nayê çareserkirin."
 
 
BANDORA LI ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ
 
Enderyarî bal kişand li ser giringiya sepandina vê pêşnûmeyê ya di dema bê de û wiha axivî: "Heke hikûmeta Tirkiyeyê bi îradeyeke siyasî ya xurt û nêzîkatiyeke jidil tevli pêvajoyê bibe û pêvajoyê bi tenê bi çekberdana yekalî sînordar neke, hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo civaka Kurd encamên gelekî girîng dikarin derkevin holê. Ji bo ku pêvajo bi ser bikeve, divê baweriya dualî bê ava kirin, astengiyên li ber xebatên siyasî bêne rakirin, mafên ziman û çandî yên Kurdan bêne qebûlkirin, qanûnên ewlehiyê di ber çavan re bê derbaskirin, rewşa girtiyên siyasî ji nû ve bê nirxandin û nûnerên Kurd bi awayekî rastîn tevli pêvajoyên biryardayînê bibin. Nexwe, ev pêşnûme dê di şûna çareserkirina pirsgirêkê de, bibe amûreke ku tenê krîzê bi awayekî demkî bi rêve dibe. Geşedanên li Tirkiyeyê tenê di nav sînorên vî welatî de namînin. Di navbera Kurdên ku li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê de dijîn de peywendiyên xurt ên dîrokî, civakî, çandî û siyasî hene. Ji ber vê yekê, bihêzbûn an lawazbûna tevgera Kurd li parçeyekî Kurdistanê, rasterast an nerasterast bandorê li parçeyên din jî dike." Enderyarî destnîşan kir ku çareseriya siyasî ya ku li Tirkiyeyê bi ser bikeve dê li hemû herêmê belav bibe û got ku pirsgirêka Kurd ne tenê meseleyeke ewlehiyê ye, divê wekî pirseke siyasî, dîrokî û demokratîk bê nirxandin.
 
BANDORA WÊ LI ROJHILAT DÊ ÇI BE?
 
Enderyarî diyar kir ku ev geşedan ji bo gelê Rojhilat jî xwedî girîngiyeke mezin e û axaftina xwe wiha domand: "Îran bi sal in ku bersiva daxwazên neteweyî û demokratîk ên Kurdan (perwerdeya bi zimanê dayikê, pêşketina wekhev, rêveberiya herêmî ya demokratîk û beşdarbûna wekhev di desthilatiya siyasî de) bi piranî bi girtin, darvekirin, zext û sûcdarkirinên ewlehiyê dide. Serkeftina pêvajoya li Tirkiyeyê dikare li Îranê jî bibe sedem ku pirsên wekî 'azadkirina girtiyên siyasî', 'vegera ewle ya mixalifan bo welat', 'xebata qanûnî ya partiyên Kurd' û 'destpêkirina muzakereyên fermî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd' xurttir bên pirsîn. Dikare çarçoveyeke siyasî û hiqûqî jî ava bike. Di vê mijarê de, hevpeymaniya berfireh a ku ji aliyê şeş partiyên siyasî yên Rojhilat ve hatî ava kirin (Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilat) derfeteke girîng pêşkêş dike. Ev hevpeymanî dikare perçebûna siyasî ya li Rojhilat û Îranê kêm bike û bibe aliyekî siyasî yê hevpar ku hem di derbarê paşeroja Kurdistanê hem jî ya Îranê de bibe muxatab."
 
TÊKOŞÎNA HEVPAR A PARTIYAN A DI HEVPEYMANIYÊ DE
 
Enderyarî diyar kir ku divê partiyên di hevpeymaniyê de li ser gelek mijaran li hev bikin û wiha pê de çû: "Lihevkirina li ser rêgezên bingehîn ên wekî demokrasî, mafê diyarkirina çarenûsa xwe, rêveberiya xweser, wekheviya jin û mêran, beşdarbûna wekhev a gelên Îranê di rêveberiyê de û çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên aştiyane, dê helwesta muxalefeta Kurd hem di nav Îranê de hem jî di qada navneteweyî de bihêz bike. Derketina nûnertiyeke siyasî ya hevpar û xurt, dê ji bo rêveberiya Îranê paşguhkirina daxwazên Kurdistanê dijwartir bike. Di heman demê de ev hevpeymanî dikare di derbarê statuya paşerojê ya Kurdistanê ya di nav Îranê de, avahiya pergala siyasî, parvekirina desthilatê, mafên ziman û çandî, pêşketina aborî û rêveberiya demokratîk a herêman de bernameyeke ronî û pêkan amade bike. Ev bername çi qas rast bin, demokratîk be, dê rolê Kurdan di guherînên muhtemel ên li Îranê de dê ew qas xurt bibe. Herwiha di rêya destpêkirina pêvajoyeke mîna ya Tirkiyeyê li Îranê de astengiyên giran hene. Ji ber pênaseyên fireh ên sûcên ewlehiyê di qanûnên Îranê de, heta xebatên partiyan, weşandina belavokan, têkilîdanîna bi saziyên medyayê re û parastina mafên Kurdan bi awayekî aştiyane jî dikarin bibin dosyayên ewlehiyê. Xalên 498, 499, 500 û 610'an ên Qanûna Cezayê ya Îran a Îslamî ji bo van kiryaran zemîna hiqûqî çêdikin. Dîsa sûcdarkirinên mîna 'muharebe', 'fesadiya li ser erdê' û 'baxî' dikarin bi cezayê darvekirinê bi encam bibin. Ev sûcdarkirin bi hêsanî di nav çarçoveya efûya giştî de jî nayên girtin. Pênasekirina gelekî teng a sûcên siyasî, darizandina aktîvîstên Kurd di Dadgehên Şoreşê de, sînordarkirina mafê bijartina azad a parêzeran û civandina îradeya biryardanê li dora Rêberê Olî, saziyên ewlehiyê, daraza û Konseya Parêzerên Destura Bingehîn astengiyên din ên bingehîn in. Ji ber vê yekê, pirsgirêka bingehîn li Îranê tenê nebûna qanûneke guncaw nîn e."
 
'PIRSGIRÊKA BINGEHÎN NÊZÎKATIYA EWLEHÎPARÊZ E'
 
Enderyarî bal kişand ku pirsgirêka bingehîn nêzîkatiya "ewlehîparêz" e ku serwerî li ser pirsa Kurd dike û nehebûna îradeyekê ye ku pênaseya siyasî ya vê pirsgirêkê qebûl bike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi berçavgirtina krîzên siyasî, aborî û civakî yên ku Îran pê re rû bi rû ye û îhtimala guherînên cidî di avahiya dewlet û civakê de, gengaz e ku di paşerojê de rêyeke çareseriyê ya mîna vê derkeve holê. Lêbelê, pêvajoyeke wiha divê tenê bi efûyeke sînordar an bi bangên yekalî yên çekberdanê ku ji partiyên Kurd re têne kirin sînordar nemîne. Aştiya domdar daxwaza dawîanîna polîtîkayên zextê, rakirina biryarên darvekirinê yên siyasî, serbestberdana girtiyên siyasî, misogerkirina xebatên qanûnî yên partiyên Kurd, qerebûkirina zirarên qurbaniyan û qebûlkirina mafên neteweyî û demokratîk ên Kurdan dike. Kurdistan tenê 'dosyayeke ewlehiyê' nîn e. Pirsgirêka Kurd di mijara mafên neteweyî, wekhevî, demokrasî, pêşketin, ziman, çand û beşdarbûna di desthilatê de meseleyeke bingehîn e. Heke pêvajoya li Tirkiyeyê bi awayekî jidil û adilane bi rêve biçe û hevpeymaniya şeş partiyên li Kurdistana Îranê jî bernameya xwe ya hevpar xurt bike, ev geşedan dikarin ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd li herêmê bibin destpêka serdemeke nû. Di vê çarçoveyê de, nêzîkatiya Abdullah Ocalan a veguherîna pirsgirêka Kurd ji qada pevçûnên leşkerî bo zemînê siyaset, diyalog û têkoşîna demokratîk, heke li gorî şert û mercên taybet ên Îranê bê nirxandin, dikare ji bo derketina ji rewşa aloz a li Rojhilat bibe yek ji vebijarkên rastîn. Heke ev merc çêbibin, ev nêzîkatî dikare bibe alîkar ku nêrîna 'ewlehîparêz' a li hember Kurdistanê bi demê re biguhere û statuya siyasî û neteweyî ya Kurdan bê qebûlkirin."
 
MA / Ceylan Şehînlî