Hevserokê DBP’ê yê Wanê Demîr: Divê statuya hiqûqî ya Abdullah Ocalan were zelalkirin

Parve bike:

WAN - Hevserokê DBP'ê yê Wanê parêzer Cemal Demîr diyar kir ku kêmasiyên di pêşnûmeya “qanûna çerçoveyî” de ku ew pêşnûmeyê wekî gaveke girîng di çarçoveya pêvajoyê de dinirxîne û got: “Bi taybetî divê statuya rêzdar Ocalan bi awayekî hatiba zelalkirin. Ji bo gelê Kurd daxwaza herî mezin ev bû.”

Pêşniyara “qanûna çerçoveyî” ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de dihat payîn, di 5’ê Tebaxê de pêşkêşî Serokatiya Meclisê hate kirin. Pêşniyar qanûna ku bi navê  “Qanûna Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” hate pêşkêşkirin, dê îro were Komîsyona Edaletê ya Meclisê û dê bê nîqaşkirin.
 
 
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Wanê û parêzerê berê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Cemal Demîr li ser pêşniyara qanûnê axivî.
 
‘DIVÊ STATUYA HIQÛQÎ YA ABDULLAH OCALAN WERE ZELALKARIN’
 
Demîr destnîşan kir ku piştî nîqaşên bi mehan di dawiyê de metnek derket holê û ev tişt got: "Lêbelê ez dixwazim vê diyar bikim ku ev qanûneke înfazê ye. Nasîna hebûna Kurdan, nasîna zimanê Kurdî, statuya Kurdan, qeyûm û KHK li ber çavan nayên girtin. Gelek tiştên ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêwîst e di vê metnê de cih nagire."
 
Demîr bal kişand ser hin xalên di qanûnê de û wiha pê de çû: “Dewlet dibêje ku dê hin kontrolan pêk bîne. Cezayê 15 salan daxistina 5 salan, di vê navberê de dewlet dê li kesan binere ka 'sûc kirine an na'. Em ji vê qanûnê vê fêm dikin. Gelek tişt hene ku werin nîqaşkirin. Tê gotin ku dê desteyek werê avakirin. Di vê desteyê de gelek saziyên dewletê dê cih bigirin. Pêwîst bû ev qanûn bibe bersiv ji pêvajoyê re. Ji vê aliyê ve jî divê mirov binêre. Hin xal hebûn mînak, pêvajoyên qeyûm û meseleya statuya rêzda Ocalan. Diviyabû ev di vê qanûnê de cih bigirtana. Bi taybetî diviyabû statuya rêzdar Ocalan bi awayekî hatiba zelalkirin. Daxwaza herî mezin a gelê kurd jî ev bû. Cih negirtina yên beriya sala 2005’an ceza girtine jî xaleke din a nîqaşê ye. Li gorî hiqûqê ev tiştek nayê qebûlkirin. Her wiha di nav xalan de hebûna peyva 'teslîm' jî ne rast e. Jixwe PKK’ê bi şewitandina çekên xwe bersiv dabû. Meseleya teslîmbûn û teyîdkirinê hinekî pirsgirêk e. Peşniyara erêkirina MGK’ê û weşandina di Rojnameya Fermî de jî merc giran dikin. Di vê çarçoveyê de xalên ku dikarin astengiyan derxin pêşiya vê qanûnê ne. Divê ev astengî werin rakirin.”
 
‘DIVÊ ASTENGÎ WERIN RAKIRIN’
 
Demîr anî ziman ku tevî hemû tiştan jî pêşniyara qanûnê gaveke girîng e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dewletê her dem bi gotina 'teror heye' hewl dida rê li ber siyasetê bigire. Êdî tu hênceta wan nemaye. Divê rê li ber siyasetê were vekirin. Wek kesên ku siyasetê dikin, li ser milên me jî berpirsiyariyeke mezin heye."
 
MA / Ceylan Şahînlî