ROJEVA 19’Ê TÎRMEHA 2026’AN

Parve bike:

* Bavê Vedat Yeşîlkaya yê ku di Şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dabû, Faîk Yeşîlkaya diyar kir ku şoreş ji bo gelê Kurd meseleya rûmetê ye û got: “Tevî hemû êşan jî em ê di aştiyê de israr bikin.”

 
* Hevşaredarê Miksê Ayvaz Hazir ê tevî ku ji dosyaya wekî hinceta tayînkirina qeyûm hatibû nîşandan biryara beraatê kiribe jî, Wezareta Karên Hundit wî venagerîne ser wezîfeyê û du mehan carekê teblîxatê ji Hazir re dişîne û pêvajoya qeyûm dirêj dike.
 
* Daxwaza taloqkirina înfaza girtiyê 25 salan Metîn Turan ê ku di her du çavên wî de di asta pêşketî de windabûna dîtinê heye û Saziya Tiba Edlî (ATK) ji bo wî rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” dabû, hat redkirin.
 
* Li navçeya Silopiyayê ji ber santrala termîkê ya ku 17 sal in dixebite, her ku diçe hejmara pêketiyên penceşêrê zêde dibe. Hat zanîn ku ji her 10 nexweşên ku li servîsa onkolojiyê ya Amedê tên tedawîkirin 2 jê ji Silopiyayê ne û li navçeyê 4 hezar kes bi nexweşiya penceşêrê ketine.
 
* Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê, di çarçoveya pêvajoya kongreya partiya xwe dê Konferansa Herêma Marmarayê li dar bixe. (10.00)