STENBOL - Saziyên hiqûqî têkildarî girtina parêzerên ku di çarçoveya lêpirsîna Lûtkeya NATO de hatibûn girtin daxuyanî dan û diyar kirin ku ev astenkirina xebatên parêzeriyê ye.
Lûtkeya NATOy’ê di 7 û 8’ê Tîrmehê de li Enqereyê hate lidarxistin. Li dijî Lûtkeya NATOyê li gelek bajarên Tirkiyeyê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de bi hinceta “wê li dijî NATO’yê çalakî li dar bixin” bi sedan kes hatibûn binçavkirin û girtin. Di 5’ê Tîrmehê de di serdegirtina malan de Seroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ya Stenbolê Ezgî Onalan û endamê ÇHD’ê Yûnûs Emre Işik jî di nav de gelek kes hatibûn binçavkirin û di 8'ê Tîrmehê de jî Ezgî Onalan û Yûnûs Emre Işik ji di nav de gelek kes hatibûn girtin. Saziyên hiqûqnasan derbarê girtina Ezgî Onalan û endamên ÇHD Doga Încesû, Kurşat Bafra, Semra Demîr û Yunus Emre Işîk de li pêşiya Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê daxuyanî da.
Endam û rêveberên ÇHD’ê û OHD’ê, saziyên hiqûqê û gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji Seroka ÇHD’a Stenbolê Ezgî Onalan û endamên endamên ÇHD Doga Încesû, Kurşat Bafra, Semra Demîr û Yunus Emre Işîk re azadî” hate vekirin.
‘HETA HEVALÊN ME WERIN BERDEN DÊ TÊKOŞÎNA ME BEDEWAM BIKE’
Daxuyanî ji aliyê Sekretera ÇHD’ê Çîgdem Akbûlût ve hate xwendin.
Çîgdem Akbûlût diyar kir ku Lûtkeya NATO’yê bi dawî bû lê piştî lûtkeyê jî zext, zordarî, binçavkirin û girtin jî bû para çepgiran û wiha got: “Seroka ÇHD’a Stenbolê Ezgî Onalan endamên ÇHD Doga Încesû, Kurşat Bafra, Semra Demîr û Yunus Emre Işîk bi awayekî kêfî hatin girtin. Hevalên me bi êrişên faşîzmê re rû bi rû man. Hevalên me bi sedama karê xwe kirine hatin girtin. Darizandinek adil li holê tune ye. Hempîşeyên me ji ber nasnameyên xwe yên polîtîk û karê parêzertiyê hatin girtin. Rêxistina şer NATO bi mazûvaniyek baş hate ezimandin lê welatiyên vî welatî mehkûmî feqîriyê ne. Hempîşeyên me li dijî kedxwariyê sekinîn. Em şahid in ku hempîşeyên me piştî hatin girtin jî ji bo miwekîlên xwe li ser peywîra xwe ne. Li edliyê, nexweşxane û qerekolan berxwedana xwe mezin kirin. Heta ku hevalên me yên li dijî emperyalîzmê li ber xwe dane, werin berdan dê têkoşîna me berdewam bike. Em ê hemû hevalên xwe ji destê emperyalîzmê xilas bikin.”