NAVENDA NÛÇEYAN - Di salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê de daxuyanî hatin dayîn û hate gotin: "Em ê têkoşîna azadiyê ya ku wan canê xwe di oxira wê de da, her dem bidomînin."
Di salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê de li gelek bajaran çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.
ÎZMÎR
Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirin (MEBYADER-EGE), di salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê de li avahiya Rêxistina Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Parti) a Îzmîrê bernameyeke bîranînê li dar xist. Dayikên Aştiyê, rêveberên DEM Partiyê yên Îzmîrê û gelek welatî tevlİ bîranînê bûn.
Bîranîn bi merasîma rêzgirtinê ya ji bo bîranîna kesên di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
Di bîranînê de Hevserokê MEBYADER-EGE'yê Mîkaîl Atan axivî û bal kişand ser hovîtî û zilmê ku li Girtîgeha Amedê li dijî mirovahiyê hate kirin. Atan diyar kir ku pêşengên PKK'ê li dijî zilmê serî netewandin û canê xwe feda kirin û wiha got: "Wan got, 'Di nav van çar dîwaran de tenê bedenek û canekî me heye, em ê wî bidin lê em ê serî netewînin.' Hevrêyên me yên mîna Kemal, Alî û Akîf li wir ketin rojiya mirinê û şehîd bûn. Ne tenê ew, gelek lehengên gelê Kurd ên mîna Mazlûm û hevalên wî jî li wir li dijî vê zilmê serî netewandin. Di encamê de, ew Esat Oktay Yildiranê faşîst ê ku digot 'Ez ê we hemûyan teslîm bigirim', li pêşberî vê berxwedana mezin bêçare ma û neçar ma ku daxwazên girtiyan qebûl bike."
MÊRDÎN
Li ser banga MEBYA-DER, TUHAY-DER û Înîsiyatîfa 78'an, li avahiya DEM Partiyê ya Mêrdînê bernameyeke bîranînê hate lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û gelek welatî tevli bîranînê bûn. Bername bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û di axaftinan de minetdariya ji bo kesên di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane hate nîşandan. Di axaftinan de hate gotin: "Zindana Amedê cihê herî giran ê îşkenceyê bû. Lê tevî vê yekê jî tu hevalên me ji têkoşîna xwe venegeriyan û bi fedakirina canê xwe nîşan dan ku gelê Kurd heye. Em ê her dem minetdarê wan bin. Di heman demê de em soz didin wan ku em ê tu carî wan ji bîr nekin û têkoşîna azadiya Kurd a ku wan canê xwe di oxira wê de da, her dem bidomînin."
Yek ji şahidên berxwedanê Mehdî Aslan, tiştên ku qewimîn vegotin. Bîranîn bi nîşandana sînevizyonê bi dawî bû.
ERZIROM
Platforma Saziyên Demokratîk a Erziromê, bi boneya salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê, li avahiya Rêxistina Navçeya Tatosê ya DBP'ê bernameyeke bîranînê li dar xist. Di bîranînê de, piştî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, sînevizyonek li ser berxwedanê hate nîşandan.
BEDLÎS
Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirin (MEBYA-DER), li rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Tetwanê bernameyeke bîranînê li dar xist. Bername piştî deqeyeke rêzgirtinê, bi nîşandana sînevizyonê berdewam kir.
MÛŞ
Platforma Saziyên Demokratîk a Mûşê jî li avahiya DBP'ê ya Mûşê bernameyeke bîranînê li dar xist. Bername, piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi nîşandana sînevizyonê bi dawî bû.
COLEMÊRG
Platfomra Saziyên Demokratîk a Colemêrgê bi boneya 14'ê Tîrmehê berxwendana pêşengên Tevgera Azadiyê ya di Zindana Amedê de dan meşandin, bernameya bîranînê li dar xist û sînevîzyonek da nîşandan. Bername li avahiya DEM Partiyê ya Colemêrgê hat lidarxistin û gelek kes tev li bûn. Bername ji bo hemû cangoriyên demokrasiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Nûnerê MEBYA-DER'ê Hamdî Taşkin piştî rêzgirtinê axivî û diyar kir ku bi saya wan cangoriyên di Zindana Amedê de jiyana xwe ji dest dane, ev tevger heya vê rojê hatiye û wiha got: “Niha di encama berxwedana wan de hemû cîhan Kurdan nas dike û hebûna Kurdan dizane. Wan miletek ji neyînî aniye heyîniyê û vê gavê dewleta Tirk jî li gel Kurdan pêvajoyek daye destpêkirin. Ev hemû bi saya wan şehîdan e. Divê em jî li gorî mîrateya wan tevbigerin û lê bibin xwedî.”
Piştî axaftinê sînevîzyona ku behsa berxwedana 14'ê Tîrmehê dikir, hat temaşekirin û bernameya bîranînê bi dirûşmeyan bidawî bû.