Di lêpirsîna Gulistan Doku de belgeyek nû

Parve bike:

DÊRSIM - Derket holê ku Buroya Sûcên Sîber, SIM karta Gulistan Doku şûn ve daye dozgeriyê û îdîa kir ku li ser kartê tiştek nehatiye kirin.

 
Di lêpirsîrsîna Gulistan Doku de belgeyek nû derket holê. Serdozgeriya Komarê ya Tuncelî bi daxwaza lêkolînkirina SIM karta Gulistan Doku ya hesabên Instagram û WhatsApp'ê şand Buroya Sûcên Sîber. Buroyê bi hinceta ku nikarin bikevin hesabên 'instagram' û 'WhatsApp'ê dîsa SIM kart ji dozgeriyê re şand. 
 
Hat tespîtkirin ku polîsê berê Gokhan Ertok 13 roj piştî windabûna Gulistan Doku danûstandin kiriye, têketine hesabên xwe yên WhatsApp û Instagramê û 2 hesabên Instagramê jê birine. Parêzerê dosyayê Alî Çimen diyar kir ku SIM karta mijara gotinê radestî Buroya Sûcên Sîber hatiye kirin û li ser wê xebat hatine kirin.
 
Piştî ku Gulistan Doku di 5'ê Çileya 2020'an de winda bû, derket holê ku polîsê berê Gokhan Ertok xwe gihandiye hesabên Instagram û WhatsAppê yên Gulistan Doku û du hesabên wê yên Instagramê hatine jêbirin. Piştre xwişka Gulistan Doku Aygul Doku di 6'ê Sibata 2020'an de SIM karta mijara gotinê radestî Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê kir û Dozgeriyê jî kart şand Buroya Sûcên Sîber da ku xwe bigihîne hesabên Gulistan Doku yên Instagram û WhatsAppê.
 
MA / Ugurcan Boztaş