Ji Dêrsimiyan banga hevrûbûnê

Parve bike:

DÊRSIM - Dêrsimiyên ku derbarê wêneyên kêliya darvekriina Seyîd Riza û hevalên wî de nirxandin kirin, daxwaz kirin ku cihê gorên Seyîd Riza û hevalên wî bêne diyarkirin.

 
Wêneyên kêliya darvekirinê yek ji pêşengên berxwedana Dêrsimê ya 1937-38'an Seyîd Riza û hevalên wî, ji aliyê dîroknas Dr. Sedat Ulugana ku li Zanîngeha Freie ya Berlînê akademisyen e ve hatin dîtin. Ev wêne ku di ser qetilkirina Seyîd Riza û hevalên wî ya li Qada Bugday a Xarpetê re 89 sal derbas bûne û cara yekem e ku derdikevin holê, di dilê gelê Kurd de êşeke mezin çêkir. Gelek kesên ku li Dêrsimê me hestên wan ên derbarê wêneyan de pirsî, diyar kirin ku cesaret nekirine ku li wêneyan binerin, kesên ku nêrîne jî di vegotina hestên xwe de zehmetî kişandin.
 
Welatî û nûnerên saziyan ên li Dêrsimê dema ku derbarê wêneyan de axivîn, bang kirin ku di serî de Seyîd Riza û hevalên wî, cihê gorên hemû kesên ku gorên wan ne diyar in werin aşkerakirin.
 
Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Dêrsimê Ozgur Ateş anî ziman ku wêneyên ku di çapemeniyê de hatine weşandin ew ji birîndar kirine û êşa wan nû kiriye. Ateş destnîşan kir ku wêneyan bûye sedem ku komkujiyeke ku hevrûbûna wê nehatiye kirin di bîra wan de zindî bibe û wiha got: "Pir zehmet e ku mirov bi dîmenên qirkirina ku ji me re hatiye vegotin re rû bi rû bimîne. Em dizanin ku dîmenên kesên ku di komkujiya 38'an de ji warê xwe hatine derxistin û hatine qetilkirin, hîn jî di arşîvên dewletê de ne. Em dizanin ku bi van re hevrûbûn nehatiye kirin û hişmendiya bêcezakirinê hîn jî tê parastin. Hîn jî ne aşkerabûna cihê gorên Seyîd Riza û hevalên wî yên hatine qetilkirin, ji bo me birîneke giran e. Em çaverê ne ku rayedarên dewletê van hemûyan ji arşîvên dewletê derxin, lêborînê ji gelê Dêrsimê bixwazin û zirarê tezmÎn bikin. Dîsa divê cihê gorên kesên ku gorên wan ne diyar in werin tespîtkirin û li gorî rîtuel û kevneşopiyên wan ji nû ve werin defnkirin."
 
'NÊRÎNA LI WÊNE BIÊŞ E'
 
Rêvebira Komeleyên Alewiyên Demokratîk (DAD) Hulya Bozkurt diyar kir ku wê cesaret nekiriye ku li wêneyan binere û wiha axivî: "Hevalek hat ba min û ji min re got: 'Goreyên wî rîsîn bûn, nexşkirî bûn. Gelo ew gore kî ji bo wî çêkiribûn, dêya wî an xwişka wî?'. Nêrîna li wêne biêşê e. Me ji mezinên xwe behsa 38'an bihîst. Em bi serboriyên Seyîd Riza, hevalên wî û bi giştî bi komkujiya 38'an re mezin bûn. Ew êş her tim di dilê me de birînek e. Em hîn jî cihê gorên wan nizanin, dîtina van wêneyan bû êşeke mezin. Em vê êşê ji bîr nakin. Bila cihê gorên Seyîd Riza, hevalên wî û hemû kesên hatine qetilkirin ji me re bibêjin. Em ê jî biçin, çira xwe pêxin û duayên xwe bikin. Dibêjin aştî dê bê. We miletê me qetil kiriye, keçên me winda kirine û hûn cihê gorên wan nabêjin. Em ê her tim hesabê vê bipirsin, piştî me jî dê zarokên me pirsîna vê berdewam bikin."
 
'BILA ARŞÎV BÊN VEKIRIN'
 
Nivîskar Selman Yeşîlgoz ji Navenda Lêkolînên Dêrsimê (DAM) jî diyar kir ku agahiyên wekî ku ev wêne hatine tunekirin hebûn, lê rastî derket holê û wiha axivî: "Di dilê me de êşek çêbû. Hebûna van wêneyan bi salan dihat zanîn lê hat redkirin. Îhsan Sabrî Çaglayangîl gotibû ku wêne ji aliyê Ataturk ve hatine tunekirin. Lê tê xuyakirin ku ev wêne hebûne. Ji bo ku pêvajoya aştiyê ya hatiye destpêkirin bi serkeftî bi encam bibe, divê dewlet bi raboriya xwe re hevrû bibe. Heta ku bi komkujiyên li Dêrsimê re hevrûbûn neyê kirin û arşîv bi awayekî zelal neyên aşkerakirin, pêvajoyeke bi rêkûpêk nayê meşandin. Ji ber vê yekê, divê di serî de li Dêrsimê û bi giştî li ser van axan, di komkujiyên qewimîne de arşîv ji gel re werin vekirin û aqûbeta keçên Dêrsimê yên ku wekî zirkeç hatine dayîn were aşkerakirin."
 
DAXWAZA AŞKERAKIRINA CIHÊ GORAN
 
Welatiyê bi nav Erdogan Çakar jî da zanîn ku dema wêne dîtine, kesên ji malbata wî ku di komkujiyê de hatine qetilkirin û windakirin hatine bîra wî û wiha got: "38 ji bo me travmayek e û van wêneyan travmaya me dîsa anî bîra me. Ez difikirim ku van wêneyan di malbatên kesên ku di komkujiya 38'an de hatine qetilkirin de jî heman travma  çêkiriye. Ji ber vê yekê, em bi salan e dixwazin ku cihê windahiyên qirkirina 38'an bê gotin û cihê gorên kesên hatine qetilkirin bê tespîtkirin. Bi munasebeta van wêneyan re em vê daxwaza xwe dîsa dubare dikin. Divê belgeyên fermî werin aşkerakirin. Heke dewletê kesek darve kiribe, ew kes piştre binax kiriye. Qeydên vê yekê hene."
 
Welatî Huseyîn Sagol jî wiha got: "Ev wêne êşa dil in. Daxwazeke dawî ya Seyîd Riza hebû. Dixwest beriya kurê xwe bê darvekirin, lê ew piştî kurê wî darvekirin. Wê demê qirkirinek kirin. Cihê gorên wan ne diyar e, em dixwazin cihê gorên wan werin diyarkirin."
 
BANGA HEVRÛBÛNÊ
 
Herî dawî Nadîde Yalli jî banga hevrûbûnê kir û wiha axivî: "Hevrûbûna ji nû ve ya bi rûyê reş ê dîrokê re ji mirov xerab e. Ji nû ve jiyîna wê êşê xirab e. Em vê pêvajoyê nejiyan lê her tim ji me re hatin vegotin. Dewletê ji ber ku xwest ew wêne derketin holê. Lê tiştê ku me dixwest ne wêneyên darvekirina wan bû. Em cihê gorên wan dixwazin. Ji ber ku di baweriya Elewîtiyê de divê duaya kesê mirî û loqmaya wî were dayîn, rîtuelên cenazeyê werin kirin. Ji bo vê jî divê cihê goran diyar be. Çend roj in ez nikarim razêm, ji ber ku dema ez çavên xwe digirim, ez wê pêvajoyê dijîm."
 
MA / Ugurcan Boztaş