Jinên ku li pêşberî Meclisê bang kirin: Divê tavilê qanûnên aştiyê bên derxistin
- Jin
- |
- 12 Tîrmeh 2026 10:13
- |
ENQERE - Jinên ku duh bi 5 daxwazên lezgîn li pêşberî Meclisê kom bûn, diyar kirin ku daxwaza wan a sereke azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û xwestin ku tavilê qanûnên aştiyê bên derxistin.
Înîsiyatîfa Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye ya Jinan, di 11’ê Tîrmehê bi munasebeta salvegera merasîma şewitandina çekan de li pêşberî Meclisê kom bûn. Jinên ku bi daxwaza gavavêtina dewletê 5 daxwazên lezgîn ên ku berî pêşkêşî Komîsyona Meclisê kiribûn, vê carê li pêşberî Meclisê kom bûn û daxwazên xwe anîn ziman.
Jinên ku bi banga înîsiyatîfê ji bajarên din hatin Enqereyê, diyar kirin ku çekşewitandin ji bo aştiyê gava herî mezin e û destnîşan kirin ku her tim ji bo aştî û azadiyê têkoşiyane. Jinan anîn ziman ku daxwaza wan a sereke azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û destnîşan kirin ku dê ji bo vê armancê têkoşîna xwe berdewam bikin. Jinan daxwaz kirin ku tavilê qanûnên aştî û azadiyê tavilê bên derxistin.
MA / Sema Bîngol