Dîroka mihrîcana Depê diyar bû

Parve bike:

XARPÊT - Mihrîcana Xweza û Çandê ya Depê ya ku îsal dê cara 3’yemîn were lidarxistin, dê ji 31’ê Tîrmehê heta 2’yê Tebaxê bidome.

 
Dîroka Mihrîcana Xweza û Çandê ya Depê ku li navçeya Depê ya Xarpêtê îsal cara 3’yemîn tê lidarxistin, zelal bû. Komîteya Mihrîcana Xweza û Çandê ya Depê ya li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Depê daxuyaniyek da. Komîteyê da zanîn ku festîval dê ji 31’ê Tîrmehê heta êvara 2’yê Tebaxê bidome.
 
Hevserokê Şaredariya Depê Cafer Ogur derbarê mihrîcana li Depê tê lidarxistin axivî û wiha got: “Di Mihrîcana Xweza û Çandê ya Depê ya sala 2026’an de ku xweza, çand, huner û xwişk û biratî werin cem hev, em ê ji dîtina we ya di nav me de keyfxweş bin. Mihrîcana me ya ku bi salan e nirxên hevpar ên gelên me dide jiyîn û mîrata me ya çandî vediguhêze pêşerojê, îsal jî bi bernameyeke dewlemend û beşdarên xurt bi we re ye. Festîvala me dê di 31’ê Tîrmehê de li Ortaparka Depê bi dîwana dengbêjan dest pê bike. Festîvala me ya ku wekî hilgirên herî giring ên çanda me ya pîroz a devkî bi dengê dengbêjan destpêka xwe dike, dê di 1 û 2’yê Tebaxê de li Baxçeyê Neteweyî yê Taxa Bahçelievlerê bi konser, çalakiyên çandî û hevdîtinên cihêreng berdewam bike. Sê rojan li qada festîvalê ya ku çand, huner, muzîk û piştevanî tê de dibin yek, dê her weha standên firotinê û çalakiyên civakî jî hebin.”
 
Ogur banga tevlîbûna mihrîcanê kir û wiha got: “Em hemû gelê xwe ji bo mezinkirina dostanî, piştevanî û çanda jiyana hevpar vedixwînin Mihrîcana Xweza û Çandê ya Depê ya sala 2026’an. Werin em di rengên xweza, çand û hunerê de bigihin hev.”
 
Di festîvalê de dê Koma Amed, hunermend Erol Berxwedan, Silbûs û Tarî, Eylul Nazlier û Azad Bedran derkevin dikê.