Cenazeyê Mehmet Emîn Karayilan hat veşartin
- Rojane
- |
- 18 Hezîran 2026 12:47
- |
RIHA- Cenazeyê birayê Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) Murat Karayilan, Mehmet Emîn Karayilan li goristana gundê Sakiltan a navçeya Bêrecûk a Rihayê hat veşartin.
Cenazeyê Mehmet Emîn Karayilan (74) doh ji bo tedawiya keça xwe çû li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Ersîn Arslan a Dîlokê. Mehmet Emîn Karayilan ku li nexweşxaneyê krîzê li dilê wî xist, tevî hemû mudaxileyan jî nehat xelaskirin.
Cenazeyê Mehmet Emîn Karayilan îro piştî pêkanîna wecîbeyên olî li goristana Gundê Sakiltan ê navçeya Bêrecûk a Rihayê hat veşartin. Tevî malbatê Hevseroka DBP'ê ya Gîştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Parlementerê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Coşkun Parlak, rêxistinên DEM Partî û DBP'ê yê Rihayê, rêveber û endamên saziyên sivîl ên demokratîk û gelek kes tevlî merasîma cenazeyê bûn.
Cenazeyê Mehmet Emîn Karayilan bi diayan hat veşartin.
Şîna Mehmet Emîn Karayilan dê li xaniyê malbatê yê li Gundê Sakiltanê were danîn.