Şaredarê Sîlîvriyê jî di nav de 17 kes hatin binçavkirin
- Rojane
- |
- 12 Hezîran 2026 09:31
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredarê Sîlîvriyê Bora Balcioglû jî di nav de 17 kes bi sûcê "nelirêtiyê" hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna "nelirêtiyê" ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de, danê sibehê bi ser Şaredariya Sîlîvriyê û rêveberan de hat girtin. Şaredar Bora Balcioglû, burokratên şaredariyê û karsaz jî di nav de 17 kes hatin binçavkirin.
Lêgerîna li avahiya şaredariyê didome.