Çakar ê ji girtîgehê derket bi girseyî hat pêşwazîkirin
- Rojane
- |
- 12 Hezîran 2026 09:09
- |
ÊLIH - Abdürrahim Çakar ê ji girtîgehê derket, li bajarê xwe Êlihê bi girseyî hat pêşwzîkirin.
Abdürrahim Çakarê piştî pevçûna li Heleb a Sûriyeyê ya di sala 2010'an de hat binçavkirin û 6 mehan di Girtîgeha Şamê de ma û paşê radestî Tirkiyeyê hat kirin, piştî 16 salan ji girtîgehê derket. Çakar ê ji Girtîgeha Tîpa T a Tekirdagê derket, li bajarê xwe Êlihê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Bi pêşengiya Komeleya Malbatên Girtiyan û Alîkariyê, Çakar li Balafirgeha Êlihê hat pêşwazîkirin.
Piştî pêşwazîkirin Çakar çû mala xwe ya li Taxa Hurriyetê.