ROJEVA 12'Ê HEZÎRAN 2026'AN
- Rojane
- |
- 12 Hezîran 2026 09:00
- |
* Projeyên santralên enerjiya rojê yên ku di çarçoveya pakêta "enerjiya nûjenkirî" de ji gelê herêmê re hatine pêşkêşkirin, li Mûşê jî tên pêkanîn. Jîngeha xwezayî ya bajêr dê ji ber 6 santralên enerjiya rojê ku hin ji wan hîn di qonaxa projeyê de ne, bêtir zirarê bibîne.
* Ji Komeleya Pêşî Zarok û Jin Parêzer Bariş Ozbay, diyara kir ku bi MESEM'ê karkeriya zarokan tê rewakirin û zarokên wekî hêz kr a erzan tên dîtin tên îstismarkirin.
* Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen a Şirnexê Adnan Şenbayram ku ji ber beşdarbûna di "Nobeta Edaletê" de ku li dijî beraeta failê tacizê Burak Ercan hat destpêkirin, tê sûcdarkirin, got: "Ne me, failan cez bikin."
* Tevî biryarên dadgehê jî, Sinpaş li Parka Milletê ya Marmarîsê avakirina otêlekê didomîne. Ekolojîst Halîme Şamanê destnîşan kir ku ev rewş li dijî hiqûqê ye.
* Dê li Wanê Festîvala Keda Jinê Hilberî ya bi beşdariya 11 şaredariyan li Qada Bajêr dest pê bike. (11.00-18.00)
* ÎHD û OHD dê rapira xwe ya der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Edeneyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere bikin. (13.00)
* TJA, dê ji bo balê bikişîne ser tundî û mirina biguman a jinan li Colemêrgê meşekê li dar bixe û daxuyaniyê bide. (14.00)