NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku gotinên zayendperest û nîşandperest protesro kirin gotin: “Em ê li dijî vê hişmendiya qirêj têkoşîna xwe mezintir bikin û aştî, wekhevî û edaletê bînin ser vê axê.”
Rahmî Koç li Îzmîrê dema derîvekirina nexweşxaneyê li dijî jinên Kurd gotinên zayendperest û nîjadperest kiribû. Bertekên li dijî gotinên Rahmî Koç berdewam dike.
AMED
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezan a Amedê der barê gotinên nijadperest ên Rahmi Koç li dijî jinên Kurd de daxuyanî da. Di dema daxuyaniyê de gelek caran dirûşma "Jin, jiyan, azadî" hate berzkirin. Dayika Aştiyê Hanîfe Akpolat daxuyaniya bi Tirkî xwend, Dayika Aştiyê Hatice Yaşar jî ya Kurdî xwend.
Hatîce Yaşar diyar kir ku helwesta jina Kurd ji bo hemû beşên cîhanê mînakek e û got, "Wekî jinek Kurd, ez gotinên Rehmî Koç şermezar dikim ku nasnameya etnîkî ya jinên Kurd di bin navê henekê de hedef girt. Îro, jinên Kurd bi helwest, têkoşîn, kesayetî û jiyana xwe ya bi rûmet ji cîhanê re mînak tên nîşandan; ne mimkûn e ku nêzîkatiyên li ser bingeha hêza sermayeyê werin qebûlkirin. Tu jin nikare bê biçûkxisitn,nasnameya wê ya etnîkî û zimanê wê çi dibe bila bibe."
Hatîce Yaşar, diyar kir ku parastina van gotinan wekî "henek" an "mîzah" nayê qebûlkirin û got: "Divê mirov bi fikirîna li ser diya xwe, jina xwe an keça xwe bikaribe fêm bike ka ev gotin çiqas bi êş in. Tu gotarek ku jinan biçûk dixe nikare wekî mîzah were hesibandin. Di warê mirovahî, maf û rûmetê de di navbera jinên Kurd û jinên Tirk de ti ferq tune ye. Jin dayik, jin, heval û kedkar in. Jinên Kurd jî sembolek girîng a têkoşîna bi rûmet, berxwedan û hevgirtina civakî ne. Ji ber vê yekê, ez bawer dikim ku divê berî her tiştî ji hemû jinên Kurd lêborînek giştî were xwestin. Ger li vî welatî edalet, qanûn hebe, divê hesasiyeta pêwîst li hember daxuyaniyên weha yên ku jinan û nasnameya gelekî hedef digirin were nîşandan. Mafê kesî tune ye û dê qet nebe ku heqaretê li jinan, nemaze jinên Kurd, bike."
Daxuyanî bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.
WAN
Meclîsa Jinan a Şaxa KESK’ê ya Wanê li pêşiya Baroya Wanê daxuyaniyek da û gotinên Rahmî Koç ên ku di vekirina nexweşxaneyekê de jinên Kurd kiribû hedef, şermezar kir. Her wiha diyar kirin ku ew gotinên ku jinên Kurd dike hedef qebûl nakin.
Meclîsa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Kamûyê (KESK) li pêşiya Baroya Wanê ya li navçeya Rêya Armûşê daxuyaniyek da û Rahmî Koç ê li dijî jinên Kurd gotinên zayendperest û nijadperest gotibû, şermezar kir. Di daxuyaniyê de dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatin avêtin û pankarta ‘Jin li kedê, aştiyê, demokrasiyê, wekheviyê û azadiyê xwedî derdikevin’ hate vekirin. Gelek nûnerên platformên jinan ên bajêr jî beşdarî daxuyaniyê bûn.
Daxuyanî ji aliyê hevseroka Şaxa Egîtîm-Senê ya Wanê Fûnda Demîr Bozkûrt ve hate xwendin.
Fûnda Demîr Bozkûrt gotinên serokê Koç Holdingê Rahmî Koç ku di vekirina nexweşxaneyekê li Îzmîrê de di bin navê ‘çîrok’ de gotibû û jinên Kurd armanc girtibû, bi bîr xist û wiha got: “Em qet qebûl nakin ku ev gotin bi kenê bê pêşwazîkirin. Gotinên Rahmî Koç ne dikarin wek mîzah werin nirxandin û ne jî dikarin wek bûyerekî ferdî were dîtin. Ev derbirîna zayendperest û nijadperest a polîtîkayên şerê taybet e ku salan in li ser jinên Kurd ên ku ji bo azadî, wekhevî û hebûna xwe têkoşîn dikin, tê sepandin. Dixwazin jinên Kurd bi ziman, nasname, hebûn û têkoşîna wan armanc bigirin. Mixabin ne tenê jinên Kurd, hemû jin bi tundiya dewleta mêrane ya kapîtalîst her dem hatine biçûkxistin û kirine amûra siyasetê. Zimanê mêrane yê ku li ser laş û nasnameya jinan ava bûye, careke din rûyê qirêj ê pergala serdestiya mêran nîşanî me da.”
Di axaftinê de Fûnda Demîr Bozkûrt bal kişand ser zimanê dayikê û ev tişt anî ziman: “Di vê bûyera ku bin navê ‘çîrok’ de hatiye vegotin rastiyeke din a gelek tal jî heye. Jinên Kurd ku nikarin bi zimanê dayika xwe ji karûbarên giştî sûd werbigirin, kirine amûra mîzahê ya vê hişmendiya rizî. Her çend mafê wergirtina xizmetên tenduristî, perwerdehî û karûbarên giştî bi zimanê dayikê mafekî bingehîn ê mirovan e jî, li Tirkiyeyê bi taybetî Kurd û gelên din nikarin bigihîjin vî mafê. Dayîna xizmeta bi zimanê dayikê ku di berpirsiyariya dewletê de ye, bûye rewşeke paranoyaya îdeolojîk.”
‘DIVÊ JI JINÊN KURD LÊBORÎNÊ BIXWAZIN’
Fûnda Demîr Bozkûrt wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rahmî Koç, Binalî Yildirim û heyeta pêre divê li pêş raya giştî ji jinên Kurd lêborînê bixwazin. Tu sermaye û tu navenda desthilatdariya mêrane nikare rûmeta jinan bike amûra mîzahê. Em ê li dijî vê hişmendiya qirêj têkoşîna xwe mezintir bikin û aştî, wekhevî û edaletê bînin ser vê axê.”
ÎZMÎR
Koma alîgirên Amedsporê Mor Barîkat Ege û Barîkat Ege ji bo bertek nîşandana li dijî gotinên nijadperest ên karsaz Rahmî Koç ku di vekirina nexweşxaneyeke taybet a li Îzmîrê de li dijî jinên Kurd anîbû ziman, daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Jinên Kurd nabin mijarê pêkanokan, dibin lehenga destanan’ hat vekirin û dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ hat berzkirin.
Di metna daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gotinên nijadperest di bin navê mîzah, pêkenok an jî henekan de, normalîzekirina cihêkariyê ye û hat diyarkirin ku ew van gotinan wekî heqareteke li dijî gelê Kurd û jinên Kurd ên ku têkoşîna jiyaneke bi rûmet didin meşandin dibînin û wiha hat gotin: “Nenaskirina çareseriya demokratîk û adil a pirsgirêka Kurd, di her qada jiyana civakî de rê li ber ji nû ve hilberandina van nêzîkatiyên nijadperest û zayendperest vedike. Xwediyên wan serwetên ku li ser keda karkerên Kurd ên xizan, kedkar û gelan hatine komkirin, vê mafî ji ku derê digirin ku gelekî biçûk bixin, herêmekê kêm bibînin û xwe bilindtir bihesibînin? Kîjan hêz, kîjan sermaye, kîjan îmtiyaz dikare êrişa li ser rûmeta gelekî rewa bike?”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku jin hêmana sereke ya jiyanê ne û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Amedspor di vê welatî de yek ji wan kluban e ku jin û zarok tê de herî zêde li pêş in û tên dîtin. Yên ku îro gotinên biçûkxistinê li ser jinên Kurd dibêjin, bila pêşî li trîbunên Amedsporê binêrin. Çandeke me ya tribunê heye ku bi dengê jinan mezin dibe û bi şahiya zarokan bi hêz dibe. Yek ji mînakên herî berbiçav ên vê yekê jî rêxistina me ya alîgirên jin Mor Barîkat e. Mor Barîkat bi salan e ji bo deng, ked û hêza birêxistinkirî ya jinan di tribunan de mezin bike têdikoşe. Em hebûna jinan di tribunan de ne wekî îstîsnayekê, wekî destkeftiyekê dibînin. Em ê li dijî her cûre gotinên cihêkar, nijadperest û zayendîperest ên li ser gelê Kurd û jinên Kurd bisekinin.”