Li Dihokê 2 dron hatin xistin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Akrê ya Dihokê, 2 dronên di nava tevgerê de bûn, hatin xistin. 

 
Rêveberê nehiya Bicilê ya navçeya Akrê ya bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê Beşar Mihemed got, 2 droneyên ku li ser nehiyê digeriyan hatin xistin.
 
Beşar Mihemed anî ziman ku drone ji aliyê balafirên şer ve hatin xistin û ti zerarê rû neda.
 
Nehate tespîtkirin bê droneyên hatine xistin ên kîjan welatî yan jî koma çekdar e û bi çi armancê li ser herêmê digeriyan.