DEM Partiyê ji bo windakiriyan 100 pêşnûme pêşkêş kir

Parve bike:
ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça ji bo kesên bi di bin çavan de hatine windakirin û cînayetên kiryar nediyar 100 pêşnûme da Wezareta Dadê û pirsa “Li gel Serokatiya Daîreya Lêkolîna Sûcên Kiryar Nediyar dê Daîreya Lêkolîna Sûcên Bi Darê Zorê Hatine Windakirin jî dê bê damezirandin?” kir.
 
Parlamentera DEM Partiyê Amedê Ceylan Akça Cupolo bi boneya Hefteya Windahiyan 100 peşniyarname pêşkêşî Wezareta Dadê kir. Ceylan Akça di peşniyarnameyê de lîsteya kesên hatine windakirin û çîroka wan jî pêşkeşî wezaretê kir.
 
Ceylan Akça di peşniyarnameyê de diyar kir ku di salên 1990’î û 2000’an de li gorî daneyên dewletê 17 hezar kes di binçavan de hatine windakirin û bi awayekî faîl nediyar hatine qetilkirin û di rastiyê de hejmara kesên winda zêdetir e.
Ceylan Akça di pêşniyaznameyê de yek bi yek qala kesên hatine windakirin û bi awayekî faîl nediyar hatine qetilkirin kir û van pirsan ji Wezareta Dadê kir:
 
* Aqubeta kesên hatine windakirin çi ye? Cenaze û gorên wan li ku ne?
 
* Der barê kesên di van bûyeran de cih girtine lêpirsîn hatiye destpêkirin an bersûcên van bûyeran kî ne derketine holê? Tu ceza hatiye dayîn?
 
* Çima di dosyeyên derbarê binpêkirinên mafan û sûcê îşkenceyê ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) Tirkiyeyê mahkum kiriye careke din nehatine vekirin û ji bo cezakirina bersûcan tu gaveke şênber nehatiye avêtin?
 
* Hûn ê li rex Serokatiya Daîreya Lêkolîna Sûcên Kiryar Nediyar daîreyeke ji bo kesên di binçavan de hatine windakirin û faîlên wan diyar jî ava bikin an na?”