MÊRDÎN - Parêzer Veysel Vesek li Mêrdînê di panela bişaftina li dijî Kurdî de axivî û got: “Ji bo ziman bikare pêş bikeve û bijî, divê di her qada jiyanê de bê bikaranîn.”
Bi pêşengtiya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Mêrdînê, li Eywana Konferansê ya Şaredariya Artukluyê bi dirûşma “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî” panel hat lidarxistin. Gelek kes tev li panelê bûn. Moderatora panelê parêzer Arjîn Akdagê tevî parêzer Veysel Vesek di panela “Li Tirkiyeyê xebatên bişaftinê yên li dijî zimanê Kurdî” de der heqê mijarê de agahî parve kir.
Veysel Vesek, di panelê de got bi taybet jî Kurdî di medreseyan de weke zimanê perwerdeyê hatiye bikaranîn û ev tişt anî ziman: “Her çend bi hefên Erebî hatibe nivîsandin jî, bi Kurdî hatiye xwendin. Ev yek nîşan dide ku Kurdî di demên berê de di perwerde û hilberîna fikrî de cih girtiye. Lêbelê mîna di serdema Osmaniyan û bi taybet di serdema Îttîhat Terakkiyan de li dijî Kurdî qedexe zêde bûn. Qadên axaftina bi Kurdî hatin tengkirin û astengiyên mezin hatin derxistin. Ev qedexeye jî ne bi qanûnan lê bi danezanekê dihat kirin. An jî bi pêşniyarên wîlayetan zimanê Kurdî dihat qedexekirin. Di serdema komarê de jî ji bo qelskirin û tunekirina çand û zimanê Kurdî koçberiya bi darê zorê hat ferzkirin. Navên bi Kurdî yên bajar, gund, tax û mirovan qedexe kirin.”
BI PLANA ISLEHKIRINA ŞARQÊ NAVÊN BI KURDÎ HATIN GUHERANDIN
Di berdewamê de Vesek îşaret bi Plana Islehkirina Şerqê kir û wiha axivî: “Ev plan, her çend di nîqaşên dîrokî de weke verastkirineke îdarî hatibe kirin jî, di esasê xwe de ji bo tunekirina ziman û çanda Kurdî bû. Ji ber ku di vê pêvajoyê de polîtîkayên belavkirina Tirkî derketin pêş, Kurdî di qada cemaweriyê de hate qedexekirin û navên gelek bajar, gund û hwd hatin qedexekirin.
Pêşketina zimanekî, têkiliyeke xwe ya yekser bi bikaranîna qada wê ya berfireh heye. Ji perwerdeyê heta hilberîna çandî, divê ziman di her qadê de were axaftin ku were parastin.”
Piştî axaftinan, panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.