Girtiyê nexweş Arslan piştî mudaxileya gardiyanan krîza dil derbas kir

Parve bike:

RIHA - Girtiyê nexweş Fevzî Arslan ku li Girtîgeha Suluca ya Edeneyê tevî du birayên xwe tê ragirtin, di dema hevdîtina bi malbatê re ji ber mudaxileya ardanan krîza dil derbas kir. 

 
Girtiyê nexweş Fevzî Arslan (60), di Cotmeha sala 2018’an de tevî birayên xwe Mehmet Haşim Arslan (45), Omer Arslan (38) û Mehmet Kasim Arslan (35) hate girtin. Di dema binçavkirinê de ji ber tundiya polîsan xwîn çû ser mejiyê Arslan û ji ber nehate tedawîkirin, xwîna li ser mejiyê wî pixtî bû û xetereyeke jiyanî li ser çêkir. Arslan, tevî birayên xwe Mehmet Haşim û Omer Arslan li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Suluca ya Edeneyê tê ragirtin. Hat zanîn ku duh di dema hevdîtina bi malbatê re de Arslan rastî mudaxileya gardiyanan hat. 
 
Hevjîna Arslan, Zeliha Arslanê (48) têkildarî bûyera qewimî agahî da. Zeliha Arslanê da zanîn ku duh ji bo hevdîtinê çûne girtîgehê û got: “Ev du sal in her cara em diçûn girtîgehê, tiyên min Omer û Mehmet jî dihatin hevdîtinê. Lê vê carê dema em çûn, îdareya girtîgehê got îro roja hevdîtina Omer e û dê Fevzî û Mehmet dernexînin hevdîtinê. Me jî jê re got ev du sal in em hevdîtinê dikin. Li ser vê yekê îdareya girtîgehê got ku dê cara dawî her sêyan derxînin hevdîtinê û dê êdî wisa nekin.”
 
Di berdewamê de Zeliha Arslanê bûyer wiha vegot: “Dema em çûn eywana hevdîtinê, keça min a 9 salî çû cem apê xwe Omer û xwest silavê bidê. Keça Omer jî dê bihata cem apê xwe Fevzî. Gardiyanan jî bi milê zarokan girt û asteng kirin. Omer jî pirsî çima destûrê nadin zarokên biçûk apên xwe bibînin û rageşî derket. Li ser vê yekê Fevzî hêrs bû û krîza dil derbas kir. Hemû laşê wî lerizî. Di vê navberê de zêdetirî 30 gardiyan ketin hundir. Dest bi gotinên nexweş kirin. Tevî rewşa Fevzî nebaş bû jî hewl dan me sûcdar bikin û gotin hûn çima hatine hevdîtinê. Hewl dan bi darê zorê Fevzî ji eywana hevdîtinê derxînin. 
 
BI SEDYEYÊ BIRIN 
 
Fevzî danîn ser sedyeyê û wisa derxistin. Piştre jî bi darê zorê Omer û Mehmet Haşim birin kulubeyê. Piştre jî wekî ku henekên xwe bi me bikin, gotin ‘Hûn niha dikarin bi Omer û Mehmet Haşim re hevdîtinê bikin.’ Demek piştre îdareya girtîgehê got wan Fevzî birine nexweşxaneyê û dikarin dîsa hevdîtinê bikin. Em ji saet 10.00’ê heta saet 13.30’ê li bendê man. Piştî wê saetê rayedarên girtîgehê dîsa hatin û gotin; ‘we mafê xwe yê hevdîtinê bi kar anî, hûn nikarin dîsa hevdîtinê bikin.’” 
 
Malbatê daxwaza qeydên dîmenên odeya hevdîtinê daxwaz kir û got: “Fikarên me hene. Em nizanin ka rewşa Fevzî çwa ye. Bila raya giştî dengê me bibihîse.”