Şaxa DAD’ê ya Mêrsînê: Dest nedin pîroziyên me
- Rojane
- |
- 19 Gulan 2026 15:43
- |
MÊRSÎN - Şaxa DAD’ê ya Mêrsînê, têkildarî êrişa li dijî Ziyaretgeha Duzgun Bava û Turbeya Elîf Anayê daxuyanî da û got: “Dest nedin pîroziyên me.”
Şaxa Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD), têkildarî êrişa li dijî Ziyaretgeha Duzgun Bava û Elîf Anayê li avahiya xwe daxuyanî da. Hevseroka Şaxa DAD’ê ya Mêrsînê Huseniye Çelîkê diyar kir ku hêj bandora êrişa li dijî Ziyaretgeha Duzgun Bava ya li Dêrsimê derbas nebûbû ku îcar jî li Mereşê li dijî Turbeya Elîf Anayê êriş hatiye kirin. Husniye Çelîkê bi domdarî got: “Ev êriş, ne ‘bûyerên edlî’ yên şexsî ne. Nîşan didin ku pêleke êrişên sîstematîk a li dijî bawerî û nasnameya me ye.”
Di berdewamê de Husniye Çelîkê anî ziman ku hewceye ev êriş ne tenê weke texrîbkirina pîroziyan were dîtin û wiha pê de çû: “Em, weke êrişeke li dijî bîra civakî û baweriya xwe dibînin. Hewceye êrişên li dijî pîroziyên me bi hincetên weke ‘aqil û hiş li serî nîne’ neyê paşguhkirin. Divê faîl û hêzên li pişt wan bi polîtîkayên necezakirinê neyên berdan.”
Husniye Çelîkê diyar kir ku êrişên li dijî Duzgun Bava û Elîf Anayê, hewldana xerakirina aştiya civakî ne û ev bang kir: “Em van destên qirêjî û rewşa ew jê hêz digirin baş dizanin. Dest nedin pîroziyên me.”