NAVENDA NÛÇEYAN - Partî û rêxistinên rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevpar hejmara nûnerên Rojava yên di Parlamentoya Sûriyeyê de red kir û xwestin temsîla Kurdan a di parlamentoyê de ji sedî 40 be.
Partî û rêxistinên rojavayê Kurdistanê têkildarî diyarkirina nûnerên Rojava yên ji bo Parlamentoya Sûriyeyê û temsîla pêkhateyên herêmê di parlamentoyê de daxuyaniyeke hevpar dan. 24 partî û rêxistinên herêmê, daxuyanî li pêşiya avahiya Daîreya Karûbarên Derve ya Rêveberiya Xweser dan. Daxuyaniya bi Kurdî ji hêla Hevserokê Partiya Kesk a Demokratîk Lokman Ehmê û ya bi Erebî jî Hevseroka PYD’ê Pervîn Yûsif xwend.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku pêkhateyên Sûriyeyê li bendê ne ku welatekî bi şirîkatiya rastîn were avakirin û ji bo vê yekê jî sûd ji ezmûna Rêveberiya Xweser a Demokratîk ku temsîla hemû pêkhateyên li rojavaya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê de heye, bê girtin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî hilweşandina rejîma Baasê, rê vebûye ku qanûn û projeyên nijadperest werin betalkirin û Sûriyeyek nû were avakirin.
‘HIKÛMETÊ HILBIJARTINEKE SEXTE RAGIHAND’
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo avakirina Sûriyeyeke nû ev yek pêwîstiyek e lê hikûmeta Şamê guh nedaye van rastiyan. Bi domdarî wiha hate gotin: “Hikûmetê hilbijartinên sexte yên bi navê ‘Hilbijartinên Civata Gel a Sûriyeyê’ ragihandin. Di rastiyê de ev ji bilî pêvajoyeke tayînkirina pûç ku vîna dengdêran nabîne tiştek din nîn e. Ev ji nûve çêkirina mekanîzmayên tecrîdkirina neteweyî û siyasî ye. Her weha projeyên nîjadperest ên li dijî Kurdan teqez dike.
KEMBERA EREB Û LÎSTIKA ŞAMÊ
Ev yek bi rêya tayînkirina kesekî ji ‘Erebên Xemer (Kembera Erebî)’ wekî nûnerê Serêkaniyê li herêma Kurdî pêk hat. Bi vê yekê hewl didin nîşan bidin ku wekî rewşeke asayî li herêmê heye û encama projeyên guhertina demografîk nîn e. Ev yek teqezkirina li ser niyetên xirab ji aliyê hikûmeta Şamê ve ye.”
TEMSÎLA KURDAN A DI PARLAMENTOYÊ DE
Di berdewamiya daxuyaniyê de têkildarî temsîla Kurdan a li parlamentoya Sûriyeyê jî agahî hatin dayin û hate gotin ku di nava 210 kursiyên parlamentoyê de sînordarkirina temsîliyeta Kurda ya bi 4 kursiyan binpêkirineke eşkere ye û wiha domiya: “Gelê Kurd li rojavaya Kurdistanê pêkhateyeke resen û dîrokî ye, rêjeya wê ji sedî 20 ê tevahiya nifûsa Sûriyeyê kêmtir nîn e. Îro bi rêya van tayînkirinên sîstematîk ji dengê xwe yê rastîn û mafê xwe yê hevpar di biryardana niştimanî de bêpar tê hiştin. Li ser vê bingehê em weke hêz û partiyên siyasî yên Kurdî, teqez dikin ku em van tayînkirinan bi her awayî red dikin. Em mekanîzmaya dabeşkirina niha wekî berdewamiya polîtîkayên nîjadperest a ku armanca wê windakirina doza Kurdî ye dihesibînin.”
‘DIVÊ TEMSÎLA KURDAN JI SEDÎ 40 KÊMTIR NEBE’
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku divê temsîla Kurdan a di parlamentoyê de ji 40 kursiyan kêmtir nebe û wiha hat gotin: “Ev yek li gorî rêjeya nifûsa rastîn a pêkhateya Kurd e. Em hişyariyê didin ku qebûlkirina her aliyekî siyasî yan civakî ji bo pejirandina van 4 kursiyên lawaz, dê bibe mînakeke dîrokî ya pir xeternak. Di pêşerojê de dê li ser vê yekê pişkên pêkhateya Kurd di hemû astên dewletê de yên weke postên serwerî, wezaret, saziyên dadwerî û dîplomatîk werin diyarkirin. Qebûlkirina 4 kursiyan tê wateya biryara darvekirina siyasî li ser mafên me. Ev alî dê berpirsiyariya dîrokî ya vê kiryarê li pêşberî gelê Kurd hilgirin.
KURSIYÊN HATINE DAYÎN NÛNERTIYA VÎNA AZAD A KURDAN NAKE
Em ji raya giştî re aşkera dikin ku kursiyên hatine dayîn nûnertiya vîna azad a Kurdî nakin, tu aliyekî Kurdî xwediyê desthilatdarî û wekaleteke gelêrî nîne ku vê yekê qebûl bike. ev yek xizmeta daxwazên gelê Kurd ji bo çespandina mafên xwe li Sûriyeyê nake. Partî û rêxistinên Kurdî wê têkoşîna xwe ya aştiyane û gelêrî, bi hevkariya hemû hêzên demokratîk ên Sûriyeyê ji bo ferzkirina şirîkatiyeke niştimanî ya rastîn û destûreke nûjen ku mafên rewa yên gelê Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyeyê diwehîmen, berdewam bikin.”
Partî û rêxistinên tev li daxuyaniyê bûn ev in:
* Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)
* Kongra Star
* Partiya Kesk a Demokrat
* Partiya Lîberal a Kurd li Sûriyeyê
* Partiya Komunîst a Kurdistanê
* Partiya Demokratîk a Kurdistan-Sûriye
* Partiya Demokrat a Kurdî-Sûriye
* Partiya Gel a Kurdî Sûriye
* Partiya Çep a Demokrat Kurdî li Sûriye
* Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê
* Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê
* Tevgera Nujen a Kurdistan
* Yekitiya Kedkarên Kurdistanê
* Partiya Rêkeftina Demokratîk a Sûriyê
* Tevgera Çaksaz a Sûriyeyê
* Partiyaa Roj a Demoratî Kurd li Sûriyê
* Partiya Biratî a Kurdistanî
* Partiya Nîdal a Demokrat
* Partiya Demokrat a Kurdistanî-Rojava
* Partiya Kombûna Niştimanî Kurdistan li Sûriyê
* Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriye (El Partî)
* Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê
* Tevgera Civaka Demokratîk
* Şepêla Çavsaz a Sûriyê