STENBOL - Nûnertiya Weqfa Heinrich Boll Stiftung ya Tirkiyeyê, danasîna xebata xwe ya “Di navbera bêçekbûn û aştiyê de meseleya Kurd” kir.
Nûnertiya Weqfa Heinrich Boll Stiftung ya Tirkiyeyê, li hotêleke Stenbolê danasîna pirtûka xwe ya “Di navbera bêçekbûn û aştiyê de meseleya Kurd” kir. Di pirtûkê de nivîsên nivîskarên têkildarî pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn xebat meşandin cih digire. Gelek rojnameger, nivîskar û akademîsyen tev li danasînê bûn.
Dîrektorê Nûnertiyê Dr. Dawid D. Bartelt di danasînê de diyar kir ku îktîdara AKP-MHP’ê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gavên pêwîst neavêtiye û got: “Pirsgirêka Kurd ne tenê Tirkiyeyê lê tevahiya herêmê eleqedar dike. Lewma divê xwedî lê were derketin.”
Piştre jî bi moderatoriya rojnameger Şîrîn Payzinê bi sernavê “Rewşa Tirkiyeyê ya di pirsgirêka Kurd de û bandora wê ya li ser herêmê” pêşkeşiyek kir. Axevêrên pêşkeşiyê jî Siyasetzan Arzu Yilmaz û Doç. Dr. Vahap Coşkun bûn.
‘DÎNAMÎKÊN PÊVAJO DANE DESTPÊKIRIN VEGUHERÎN’
Şîrîn Payzinê, îşaret bi şîroveyên “pêvajo xitimî ye” kir û pişte şerê di navbera DYA-Îranê de, nexşerêya Devlet Bahçelî ya ji 7 sernavan pêk tê û daxuyaniya têkildarî statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û pirsa “Hûn pêvajoyê di kîjan astê de dibînin” kir.
Arzu Yilmazê bal kişand ser nîqaşên ser pêvajoyê û got: “Li rojavayê Tirkiyeyê ev pêvajo heta rojev jî nîne. Lê berevajî vê, li erdnîgariya Kurdistanê ji bilî vê tu rojevek nîne. Kurd dizanin çi bi ku de diçe û çawa diçe. Em qebûl dikin ku pêvajo tenê bi dînamîkên herêmî nayê vegotin lêbelê li herêmû hilweşînek jî heye. Li gel vê, projeksiyoneke aktorên Kurd û Tirk a têkildarî divê li herêmê çi çawa be heye û hewldana yekkirina van projeksiyonan heye. Ez ji vê re dibêjim tifaqa Kurd-Tirkan. Li gorî min sedema sereke ya xitimîna pêvajoyê jî, veguherîna dînamîkên pêvajo dane destpêkirin e.”
ROLA TRUM A DI PÊVAJOYÊ DE
Di berdewama axaftina xwe de Arzu Yilmazê bal kişand ser têkiliyên di navbear Tirkiye û DYA’yê de û ev nirxandin kir: “Girîngiya Tirkiye û Erdogan a ji bo Trump û mirovên wî ne tenê ji ber girîngiya wan a jeostratejîk e. Ev nirxandin bi tena serê xwe kêm dimîne. Gelo Trump ma çi ji Erdogan standiye ku ewqas tevecuhê bo Erdogan dike. Bersiva vê pirsê li cem min nîne. Sempatiya Trump a ji bo Tirkiyeyê, bû sedemeke diyarker ku pêvajo bigihije vê astê. Li gorî min sedema hêdîbûna pêvajoyê jî ew ewin.”
HELWESTA AKP’Ê Û BAHÇELÎ
Vahap Coşkun jî pirsên têkildarî statuya Abdullah Ocalan bersivand. Coşkun, diyar kir ku AKP bêyî guhertineke qanûnî bike, bêyî pozîsyoneke hiqûqî ya Abdullah Ocalan diyar bike hewl dide bi koordînatoriyeke fiîlî vî karî birêve dibe û wiha domand: “Başkirina şert û mercên xebatê yên Abdullah Ocalan ew e ku bikare bi rêxistinên civaka sivîl, akademîsyen û rojnamegeran re hevdîtinan bike. Lêbelê ji daxuyaniya Bahçelî ya îro em fêm dikin ku Bahçelî ev hêj wêdetir biriye. Ji ber ku yekser dibêje ‘Dê koordînator Ocalan be.’ Û ev koordînatorî jî dê bi tesfiyekirina çekên PKK’ê bisînor be. Heke bala we kişandibe, li wir dîsa behsa çareseriya meseleya Kurd nake. Pêşiya wê digire ku Ocalan weke nûnerê Kurdan neyê fêmkirin. Dibêje ‘Ocalan tenê nûnerê PKK’ê ye û koordînatorê wê ye.’ Pênaseyeke wiha ya nû ya pêvajoyê heye.”
Nîqaş, bi pirs û bersivan bi dawî bû.