Li Stenbolê ji bo 3 PKK’iyan şîn hate danîn

Parve bike:

STENBOL - Ji bo gerîlayê PKK’ê Maşallah Îlbars, Kerem Kosem û Fahrettîn Tayşan ku di salên 90’î de jiyana xwe ji dest dabûn, li Stenbolê şîn hate danîn. 

 
Ji bo gerîlayên PKK’ê Maşallah Îlbars (Rûbar) û Kerem Kosem (Sîpan) ên di sala 1992’yan de û Fahrettîn Tayşan (Şoreş) ê di sala 1999’an de jiyana xwe ji dest da, li navçeya Başakşehîr a Stenbolê şîn hate danîn. Şîn, bi pêşengtiya ANYAKAYDER’ê hatin qebûlkirin. Şîn, li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Başakşehîrê hate danîn. Di şînê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kesên jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin. 
 
Şîn, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre sirûda “Çerxa Şoreşê” hate xwendin û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Piştre jî biraziya Maşallah Îlbars Viyan Îlbarsê helbesta ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane nivîsandibû xwend. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Başakşehîrê Netîce Taşdemîrê di şînê de got: “Em di şexsê van her sê şehîdên şoreşê de bejna xwe li ber hemû şehîdên Kurdistanê ditewînin. Destekftiyên me bi saya şehîdên me ye. Em ê heta dawiyê deyndarên şehîdên xwe bin. Heke em niha bikarin bêhnê bistînin, ev bi saya şehîdên me ye, bi saya Rêbertiyê ye.” Hevserokê ANYAKAYDER’ê Îlhamî Kurt jî sersaxî ji bo malbatan xwest û soza domandina têkoşînê da. 
 
BAL KIŞAND SER TÊKOŞÎNÊ
 
Suat Gokalp ku piştî 30 salan ji girtîgehê hate berdan jî di şînê de wiha got: “Em heta niha têkoşiyan û dê ev têkoşîn bidome. Serok Apo û gelê me yê birûmet, ji bo azadiyê dest bi serhildanê kir. Heke îro saziyên me hebin û gelê me têbikoşe, heke bi serbilindî li dora sazî û avadaniyan bicive, ev bi saya bedela me dayî, bi saya 50 hezar şehîdên me ye. Lewma em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Îro Roja Dayikan e. Dayikên me vê rojê bi agahiya şehadeta zarokên xwe pêşwazî dikin.” 
 
Dayika Maşallah Îlbars Zahîde Îlbarsê jî di bîranînê de wiha got: “Bila serê Serok, gerîlayên serê çiyê û hevrêyan sax be.”