Li Misircê konferans hate lidarxistin: Em ê civaka demokratîk bi komunan ava bikin

Parve bike:

SÊRT - DEM Partiyê li navenda Misircê konferansa rêveberiyê xwecîhî li dar xist. Hevberdevka Lijneya Rêveberiyên Xwecîhî yên Demokratîk Canan Kebeç di konferansê de axivî û got: “Em ê civaka demokratîk bi komunan ava bikin.” 

 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li navçeya Misirc a Sêrtê li Hêwana Mîllet Kutuphanesî ya şaredariyê konferansa Rêveriyên Xwecîhî yên Demokratîk li dar xist. Konferansa ku bi dirûşma “Komun şaredarî ye, şaredarî komun e” hat lidarxistin, di roja duyemîn de berdewam kir. Hevşaredarên bajarên Êlih, Sêr û navçeyan, endamên meclisê û Parlamenterê DEM Partiyê Ruştu Tiryakî beşdarî konferansê bûn.
 
Hevberdevka Lijneya Rêveberiyên Xwecîhî yên Demokratîk a DEM Partiyê Canan Kebenç, diyar kir ku di hilbijartinan de 78 şaredarî ketiye bin destê wan û 10 ji wan qeyûm lê hatiye tayînkirin û wiha axivî: “Divê em diyar bikin ku çareseriya pirsgirêka gelekî, bi rêya demokratîk û bi rêveberiya xweser pêkan e. Îro, perspektîfa li pêşberî me avakirina civaka demokratîk e û ev yek jî her wekî bûye dirûşma konferansa “Komun şaredarî ye, şaredarî komun e’, em ê civaka demokratîk bi komunan ava bikin.”  
 
Piştî axaftinan sînevîzyona der heqê şaredartiyê de hate nîşandan. Piştî nîşandana sînevîzyonê konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.