EDÎRNE - Nûnerên DEM Partî, CHP, EHP, EMEP, TÎP û TOP’ê çûn serdana Selahattîn Demîrtaş û piştre daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hate gotin ku hewceye dewlet di pêvajoyê de gavan biavêje û girtiyên siyasî berde.
Nûnerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Gel a Komarê (CHP), Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Azadiya Civakî (TOP) çûn Girtîgeha Edîrneyê û Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê berê Selçûk Mizrakli ziyaret kirin. Hevdîtin bi rêya parêzerên Selahattîn Demîrtaş pêk hat. Şandeyê ji ewil bi parêzeran re hevdîtin kir, nêrîn û pirsên xwe anîn ziman û piştre jî parêzeran bi Demîrtaş û Mizrakli re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê parêzeran, peyamên Demîrtaş û Mizrakli bi awayek nivîskî ji şandeyê re hatin ragihandin. Piştî hevdîtinê li pêşiya girtîgehê daxuyanî hate dayîn. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, serokên giştî yên partiyên siyasî, parêzerên Demîrtaş, rêxistina DEM Partiyê ya Edîrneyê û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn.
Serokê Giştî ya EHP’ê Hakan Ozturk ji ewil axivî û destnîşan kir ku ew îro ji bo vekirina deriyê aştiyê hatine ber Girtîgeha Edîrneyê. Ozturk, bi domdarî got: “Ev saleke pêvajo heye. Îro ji bo danûsatandina bi Demîrtaş re em hatine vir. Rewş êdî guncav e. Em dixwazin gavekî girîng biavêjin û rêya vegera berê bigirin. Ev gav ji bo pêvajoyê girîng e.”
Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Arslan jî diyar kir ku ev 10 sal e hevalên wan li vir tên girtin û wiha axivî: “Em banga aştiyê dikin. Hevalên me bi hincetan tên girtin. Ev welat van tiştan heq nake. Divê dewlet gav biavêje û biryarên DMME’yê bi cih bîne. Ji bo aştiyê hewcehî bi efûyeke siyasî heye.”
‘BIRYARÊN DMME’YÊ BICIH BÎNIN’
Cîgira Serokê Giştî ya CHP’ê Gul Çîftçî axivî û ev tişt gotin: “Îro şaredar bi operasyonên siyasî tên girtin. Desthilatdar bi sindoqan nikare muxalefetê têk bibe. Ji bo wê operasyonên sîyasî pêk tîne. Mijar ne hilbijartine, mijar aştî ye. Divê biryarên DMME’yê werin bi cih anîn. Hewcedariya vî welatî nezext e, pêşerojekî hevpar e.”
‘HEKE DEWLET JIDIL BE BILA GAVAN BIAVÊJE’
Piştre jî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê gelek mijar hene lê herkes li edaletê digere. Bakirhan, bi domdarî got: “Di rapora Komîsyona Meclisê de jî ev lêgerîna edaletê tê ziman. Heke dewlet jidil be bila weke gava ewil biryarên DMME’yê bicih bîne. Kesên li edalatê digerin çima di girtîgehan de ne? Ew kesên girtî werin berdan jî naçin tu derekê. Ji ber ku ji wî welatî hez dikin û dê ji bo pêvajoyê bixebitin. Aştî bêyî Fîgen û Demîrtaş nabe. Divê demildest girtiyên siyasî werin berdan.”
‘JI EWIL LI GORÎ DESTÛRA BINGEHÎN TEVBIGERIN’
Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş jî anî ziman ku siyasetmedar bi destê desthilatdariyê hatine girtin û wiha pêde çû: “Her roj kompaseke siyasî tê kirin. Girtina her siyasetmenderakî tê wateya binpêkirina mafê gelan. Di dawiyê de li Meclisê komîsyon hate avakirin û got biryarên dadgeh û DMME’yê nayên bicihanîn. Beriya her tiştekî divê qanûnên di Destûra Bingehîn de bên bicihanîn.”
Piştî axaftinan daxuyanî bi dawî bû.