Li dijî kampa PAK’ê êriş hate kirin: 3 pêşmerge birîndar bûn
- Rojane
- |
- 22 Nîsan 2026 13:07
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Hengawê ragihand ku kampa PAK’ê ya li Hewlêrê hatiye bombebarankirin û di êrişê de 3 pêşmerge birîndar bûn.
Li gorî agahiyên Hengawê parve kirine, îro saet di 2’yê de li dijî kampa Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) êrişeke hewayî hate kirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bi 4 ÎHA’yên kamîkazeyê êriş li ser baregehên PAK’ê hate kirin. Di encama êrişe de herî kêm 3 pêşmerge birîndar bûn.”