Rejîma Îranê xebatkarê Saziya Enerjiya Atomê darve kir

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê ragihand ku xebatkarê Saziya Enerjiya Atomê Mehdî Faridî, bi îdiayên “Bi Îsraîlê re dixebite” û “sîxûrtiyê dike” hatiye darvekirin.
 
Ajansa nûçeyên darazê ya Îranê Mîzanê, diyar kir ku xebatkarê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê Mehdî Faridî, bi îdiaya ku “ji Îsraîlê re dixebite” hatiye darvekirin. 
 
Farîd, di sala 2023’yan de hatibû binçavkirin û piştî biryara girtinê li Girtîgeha Mezin a Tehranê ya Mezinê hatibû ragirtin. Demek piştre jî sewqî Girtîgeha Evînê hate kirin. Di qonaxa ewil a darizandina xwe de 10 sal cezayê hefsê lê hate birîn. Piştre jinûve hate darizandin û bi îdiayên “Ji bo Îsraîlê sîxûrtî kiriye” cezayê darvekirinê lê hate birîn. Li gorî nûçeyê, Faridî îro di danê sibehê de hate darvekirin. 
 
Li hêla din; rêxistinên mafên mirovan da zanîn ku bi darê zorê îfadeyê Farid hatiye girtin û darizandineke adilane çênebûye