Lêpirsîna Gulistan Dokuyê: Midûrê ÎŞKUR’ê yê berê Aktaş ji peywirê hate girtin

Parve bike:

DÊRSIM - Midûrê ÎŞKUR’ê yê Dêrsimê yê berê Ozdemîr Aktaş ku navê wî di lêpirsîna Gulistan Dokuyê de derbas dibe, ji peywirê hate girtin. 

 
Hat zanîn ku Midûrê ÎŞKUR’ê yê Dêrsimê yê berê Ozdemîr Aktaş ku navê wî di lêpirsîna Gulistan Dokuyê de derbas dibe, ji peywirê hate girtin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; Aktaş ê ku ev demeke li Enqereyê di bin sîwana ÎŞKUR’ê de serokatiya daîreyê dike, îro di danê sibehê de ji peywirê hate girtin. Nehate zelalkirin ka sedema girtina wî ya ji peywirê ji ber geşedanên nû yên di dosyeya Gulistan Dokuyê de yan na.